26 kolberên zarok bûne qurbanî
Sêşem 12 Kanûn 2023 - 00:45
Ji destpêka salê ve li sînorê Rojhilatê Kurdistanê, 26 zarokên karê kolberiyê dikirin, di encama gullebaran hêzên rejîam Îranê de hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka salê ve li sînorê Rojhilatê Kurdistanê, 26 zarokên karê kolberiyê dikirin, di encama guleya çekdarên Îranê de hatin kuştin û birîndarbûn.
Hate diyarkirin ku beriya 3 rojan li devera Hengejal a Bane ya Rojhilatê Kurdistanê zarokekî kolber ê bi navê Pehran Mihemed bi guleya hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû. Herî dawî hate destnîşankirin ku ji destpêka salê ve bi gullebarana hêzên rejîma Îranê 25 zarokên karê kolberiyê dikirin birîndar bûne û yekî jî jiyana xwe ji dest daye.
NAVENDA NÛÇEYAN