• "Di encama çalakiyên de 3 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo hilanîna tola ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Jinê ya Azad hevrêya me Bêrîvan Zîlan hatin lidarxfistin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîlatyên Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk ên nû got, "Di encama çalakiyên de 3 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo hilanîna tola ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Jinê ya Azad hevrêya me Bêrîvan Zîlan hatin lidarxfistin."

Di dewamê de HPG´ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 34 caran bi bombeyên fosforê, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 13 caran bi helîkopterên êrişê, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi tank û obusan bombardûman kir. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara carekê bombeya taktîk nukleer û 26 caran jî bombeya fosforê bi kar anî.

Çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 7 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombe kirin.”

HPG'ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

21'ê Tebaxê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger li helîkopteran xist û nehişt ku bombeyan li deverê bibarînin. Helîkopter neçar man ji deverê biçin.

Li Metînayê

21'ê Tebaxê saet di 16.15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

21'ê Tebaxê saet di 18:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkeran xist û dagirkerek ceza kirin.

21'ê Tebaxê saet di navbera 20:30 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê du caran bi sekvaniyê li dagirkeran xist û 2 dagirker ceza kirin.

BEHDÎNAN