24 dagirker hew dikarin şer bikin

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 00:28

Gerîlayan bi alakiyên xwe her roj derban li dagirkeran dixin. Di çalakiyên van rojên dawiyê de 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Gerîlayan bi vî awayî kir ku 24 dagirker hew karibin şer bikin.    

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û wan 16 leşkesên din ên dagirker kuştin û heşte din jî birîndar kirin. Bi vî awayî 24 dagirkerên din hew dikarin şer bikin. Gerîlayan Çeperek jî îmha kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek û mertalek jî hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

 

Li Zê (Zapê)

8'ê Mijdarê saet di 08:00 û 10:00´an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

8'ê Mijdarê saet di 11:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi sabotajê li wan dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botanê. Saet di 16:00´an de li hemberî dagirkerên ku dixwestin careke din bi pêş ve biçin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

 

Li Metînayê

6'ê Mijdarê saet di 12:00´an de li hemberî dagirkerên li qereqola Girê Biyê yê Bêgova ya Zaxoyê, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

8'ê Mijdarê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li hemberî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî çalakî kirin.

8'ê Mijdarê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

8'ê Mijdarê dagirkeran ji bo pêşî li serweriya hêzên me ya li qadê bigirin, bi werîsan mertal danîn ber çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Mertalên dagirkeran saet di 10:00 de ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin.

 

Li Xakurkê

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Zirara ya li Şêxzadeyê, hêzên me komek ji dagirkeran, kontrol kirin û bi sabotajê li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 7 dagirker jî birîndar bûn.

8'ê Mijdarê saet di 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.

8'ê Mijdarê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist.

 

Sûcên şer ên artêşa Tirk

HPG´ê li ser bikaranîna sîlehên qedexekirî û sûcên şer ên dewleta Tirtk de jî ev agahî dan: 

8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Sîpan bi bombeyên qedexekirî 4 caran hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.