QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) ragihand ku wan di 23’ê Gulanê de li rojavayê Dêrazorê girtine ser 53 cihan û di van operasyonan de 24 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, got: "Bi beşdarbûna hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên me di 23’yê Gulanê de dest bi operasyoneke berfireh li dijî şaneyên terorîstên DAIŞ’ê li herêma Cizret Bû Hemîd a gundewarên rojavayê Dêrazorê û kampên bê ser û ber ên li derdora wê kir."
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon piştî ku çalakiyên DAIŞ’ê û hin aliyên din li dijî rûspî û şêxên herêmê, her wiha li dijî xebatkarên saziyên xizmetê û kadroyên perwerdeyê zêde bû û li ser xwesteka şêniyan, pêk hat.
Li gorî navendê operasyon li dijî 53 nuqteyan, di nav de kampên koçberan ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe ji bo xweveşartinê, çêkirina mayinan û perwerdekirina terorîstan bi kar tanîn, hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de 24 terorîst, di nav de 3 terorîstên ku endamê Çarşema borî endamê Meclisa Qanûnsaz a Dêrazorê Mûeyed El-Reyaş kuştibûn, girtine."
ANHA/DÊRAZOR