24 caran bombe kirin

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:45

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman têkildarî êrişên pêr bi şev ên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahiyan li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kir.

Kameran Osman diyar kir ku artêşa Tirk pêr bi şev 24 caran bi balafirên şer deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Kameran diyar kir di van êrişan de qontara Girê Bihar, pişta gundê Belave, çiyayê Heft Tebeq, gundên Kevne Mijê, Sipêndarê, Gîrgaşê ya li berî Garê û çiyayê Kitkitên û Xakurk ên li Sîdekanê bombebaran kir. Her wiha eşkere kir ku balafirên şer Çiyayê Koxe, Çiyayê Tale li Çoman, derdora Qelatukan a li Pişder, Hewarî Rewendekanî gundê Kiwêrekan û Çiyayê Asos a li Mawet bombebaran kirin. Li gor agahiyên ku Kameran Osman eşkere kirine, di van êrişan de ti ziyaneke canî çênebûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.