23 dagirker kêm bûn

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 16:29

  • Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 15 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin û 8 jî birîndar kirin. Gerîlayan wekî din çeperek jî rûxand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger berxwedana dîrokî dewam dikin. Di encama çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatin cezakirin û 8 jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek hate rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite jî behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Metînayê

27'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, tîmên me yên bi tevger dan pey komek ji dagirkeran a li qada Şehîd Piling. Hêzên me ji nêz ve bi çekên ferdî li vê komê dan. Di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn.

Di encama şer û êrişên hewayî de, hevrêyên me Sîpan, Cesûr û Rojger ên bêtirs bi ser dijmin de çûn û derba destpêkê lê dan, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Li Zê (Zapê)

9'ê Mijdarê saet di 20:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

9'ê Mijdarê saet di 23:00´yan de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist.

Li Xakurkê

9'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

9'ê Mijdarê saet di 13:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin, di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin.

Sûcên şer ên dewleta Tirk

HPG*ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî jî ev agahiyên li jêr dan:

9'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-14:50'î de li Qada Bexwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Çekdar 4 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Felat 6 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.