- HPG: Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi çekên kîmyewî êrişî Qadên Berxwedanê kir. Di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine kuştin, 8 dagirker jî birîndar bûn û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, balefir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û çalakiyên gerîlayan jî bênavber dewam dikin. Di çalakiyên vê dawiyê de 15 dagirker hatin kuştin û derb li helîkopterekê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:“Hêzên me yên gerîla li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk çalakiyên xwe bênavber didomînin. Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi çekên kîmyewî, 29 caran bi balefirên şer û bi dehan caran bi obusan êrişî Qadên Berxwedanê kir. Di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine kuştin, 8 dagirker jî birîndar bûn û derb li helîkoptereke êrişî hate xistin.”
HPG´ê paşê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:
Li herêma Avaşînê
Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir û piştre xwest ber bi çeperên şer ve were. Saet di 12.25’an de hêzên dagirker ên li dora çeperên şer bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sabotaj û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.
Di 15’ê Gulanê de saet di 13.30 û 15.55’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê da û herî kêm 2 dagirker hatin kuştin.
Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve werin û bi çekên kîmyewî, balefirên şer, helîkopterên êrişî û bi obusên ji qereqolên li ser sînor Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.
Di 16’ê Gulanê saet di 06.30’an de hêzên dagirker dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran li wan da. Ji ber mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Li herêma zê (Zapê)
Di 15’ê Gulanê de danê sibê artêşa Tirk a dagirker saet 10.30’an bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar, obus û 3 caran bi çekên kîmyewî çeperên Girê Cehenemê yên Berxwedanê ya Çiyareş bomberdûman kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî ku dagirkerên li derdora çeperên şer ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin. Di heman saetan de dagirkerên li herêmê bûn hedefa hêzên me. Li vir jî 4 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Dagirkerên ku heman rojê saet 19:00’an careke din xwestin bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve du caran bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.
Di encama van rêzeçalakiyên bi bandor, dagirkeran xwest bi çekên kîmyewî bi pêş ve biçin, bi giştî; 12 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.
Di 15’ê Gulanê saet 14:30 û 16:30’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin û derbkirin. Di encama van çalakiyan de dagirkerek hat kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
Di 15’ê Gulanê saet 15:0’an de artêşa TC’ê ya dagirker xwest ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin.
Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên giran de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê vekişiyan.
Şeva 15’ê Gulanê 2 helîkopterên êrîşê yên xwestin herêma Çemço bombebaran bikin rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin û piştre helîkopter ji qadê derketin.
Di 15’ê Gulanê de çeperên şer ên Girê Şehîd Hewrê yên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 19 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
Li herêma Metîna
Di 15’ê Gulanê saet 10.10’an de qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ku di nava sînorên Başurê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û li hedefên diyarkirî bi awayekî xurt hat xistin. Heman rojê saet 16.30’an de bi taktîka sekvaniyê êriş li dagirkeran hatiye kirin û di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN