220 rojên li pey edaletê

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:00

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê 220 roj in li ber xwe dide, got dewleta Tirk parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku 3 nefsên malbata wan qetil kiribûn, diparêze.

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê 220 roj in li ber xwe dide, got dewleta Tirk parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku 3 nefsên malbata wan qetil kiribûn, diparêze. 

Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêzvanen parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, li pêşiya dadgeha li Rihayê dest bi nobetê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 220’an de didome. Fadil Şenyaşar ê ku ew jî 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de ye, doh bi telefonê bi malbata xwe re axivî.

Ferît Şenyaşar got “Nobeta min û dayika min, di bin zilmê de didome. Wezîrê Edaletê û Wezîrê Tenduristiyê û wezîr hemû dizanin çi hatiye serê me. Her kes dizane ku parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz tevî xizmên xwe li nexweşxaneyê qetlîamek kirine. Rayedar bi xwe dibêjin. Ligel ku her kes dizane, Yildiz ji aliyê rayedarên payebilind ve tê parastin. Ji ber vê jî dozger û dadger nikarin peywira xwe bi cih bînin.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.