Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat têkildarî çalakiya girtiyan û neberdana girtiyên ku “cezayê wan qediya ne”, axivî. Canpolat destnîşan kir ku girtiyan xwe bi temamî îzole kirine û vê yekê bandor li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye û wiha got:“Şert û mercên tecrîdê, nayên qebûlkirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya pirsgirêka Kurd, şert û mercên tecrîdê ye. Divê tavilê ji vê pirsgirêkê re çareserî bê dîtin. Em difikirin ku pêvajoyeke çareseriyê ya duyemîn, wê bi erênî bandorê li hemû beşên li Tirkiyeyê bike.”
Canpolat diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan wê di nava civakê de bandorên girîng nîşan bide û got:“Naxwazin fikir û perspektîfên wî derkevin ji derve û civak ji van fikiran bandor bibin. Dewamkirina tecrîdê biryareke siyasî ye. Ti şîroveyeke wê ya hiqûqî nîne. Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê divê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo çareseriya krîza siyasî ya li welêt, fikir werbigirin. Lê mixabin tam berevajî hemû serlêdanên parêzer û malbatê bi israr tên redkirin. Bi sîstema tecrîdê re ne tenê gelê Kurd, hemû gel di bin tecrîdê de ne.”
Girtî me rexne dikin
Canpolat bal bire ser çalakiya girtiyan jî û got:“Ev çalakiya girtiyan ji bo me yanî ji bo kesên ji derve rexneyeke vekirî ye. Bêdengiya me tê rexnekirin. Têkildarî vê yekê em bang li her kesê dikin: Werin, em bi hev re civakê ji kaosê derxin. Li aliyê din di heman demê de berdana girtiyên ku cezayên wan qediyane, tê astengkirin. Di gelek girtîgehan de heman pirsgirêk hene. Tevî ku hevalên me ji cezayên xwe zêdetir jî mane, ji ber ku ferzkirina poşmantiyê ya lijneyên girtîgehan qebûl nakin nayên berdan. Li dijî vê zihniyetê çi ji destê me tê, em ê bikin.”
Em çalakiyan mezin bikin
Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku tevî hemû çalakî û bangên gelan, tecrîd tê domandin û got:“Divê çalakî û xebat bi girseyî bibin. Heta ku girseyî nebe, ne pêkane ku em bi ser bixînin. Mafê her dayik, bav û zarokan e ku dengê xizmên xwe bibihîze. Lê mixabin sîstema li Tirkiyeyê, destûr nade vê yekê. Weke sazî û malbat bangek me heye. Roja Îniyê, 21’ê Hezîranê divê her kes were ber girtîgehan û piştgiriyê bide çalakiya malbatan. Em bang li hemû saziyên xwe û raya giştî ya hestiyar dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Roja Îniyê mîna ku em biçin hevdîtinê, em hemû li ber girtîgehan bin.”
ANF/AMED