- Serokê rêxistina navçeyê yê HADEP’a Silopiyayê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz, beriya bi 21 salan, di nezaretê de hatin windakirin; herdu jî doh di salvegera revandina xwe de li Silopoyayê hatin bibîranîn.
Serokê rêxistina navçeyê yê HADEP’a Silopiyayê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz, beriya bi 21 salan, di nezaretê de hatin windakirin; herdu jî doh di salvegera revandina xwe de li Silopoyayê hatin bibîranîn.
Rêxistina navçeyê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Silopiyaya ser bi Şirnexê, Serokê rêxistina navçeyê ya HADEP’ê Serdar Taniş û rêvebirê rêxistina navçeyê Ebubekîr Denîz bi bîr anîn. Her du jî 25’ê çilêyê 2001’ê di nezaretê de hatin windakirin. Malbata Taniş û Denîz, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Nûran Îmîr û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li daxuyaniya li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn. Di daxuyaniyê de wêne û pankarta li ser nivîsandî “Di 25’ê Çileya 2001’ê de hatin binçavkirin, hîn jî winda ne, em şopdarê rêya we ne” hatin hiligirtin.
Daxwaz edalet e
Bêriya daxuyaniyê bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş got, tevî 21 sal derbas bûne jî fail ne diyar in: “Ev 21 sal in me hestiyên wan nedîtine. Me miracaetî her derê jî kir. Lê mixabin me ti agahî wernegirt. Divê ti kes li hemberî zilmê xwe bêdeng neke. Em bang li dewleta Tirk dikin bila failan eşkere bike. Ne tenê failen Serdar û Ebubekîr, failên tevahiya bûyerên failên wan ne diyar, bila eşkere bikin. Wan hemûyan bi awayekî adilane ceza bikin. Daxwaza me edalet e.”
Piştre li ser navê xelkê, birayê Serdar Taniş û Hevserokê rêxistina navçeyê ya HDP’ê ya Sîlopyayê, Yakup Taniş daxuyanî xwend. Yakup Taniş got, heta ku fail bên dîtin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Gelê Kurd vê rejîmê qebûl nake
Herî dawî parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê, Hasan Ozguneş axivî. Wî got, niha bi hezaran kes li ser rêya Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz têdikoşin: “Îro bi milyonan Kurdî, cihê wan girtiye û ala wan rakiriye. 17 hezar û 500 mirovên me qetil kirin. Lê îro ew kesên ku ew qetlîam kirin, weke mişk û maran di qulên xwe de xwe vedişerin. Lê negihiştin armanca xwe û Gelê Kurd niha di parlamentoyê de û li meydanan ji bo azadiyê têdikoşe. Bila bizanin ku gelê Kurd wê ti carî vê rejîmê qebûl neke.”
MA/ŞIRNEX