21 sal ceza dan Jîna Muderîs

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:45

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rojnamevan û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gurcî ya xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi hinceta sê îdîayên cuda bi 21 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Hate diyarkirin ku ji bo Jîna Muderîs bi tawanên ‘avakirina komeke neqanûnî ji bo hilweşandina rejîmê’ 10 sal, bi tometa ‘ajantiya bi dewletên dewlet re’ 10 sal, her wiha bi Tawana ‘propagandaya li dijî rejîmê’ jî salek, bi giştî 21 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Her wiha hate destnîşankirin ku dadgehê tawanên ‘Avakirina meclîsa bi îdeolojiya femînîst ji bo rûxandina hikûmetê, bi qestî beşdarî civînan bûn û dirûşmên li dijî gelêrî û wêranker diqîrin, bi kontra-şoreşgeran re têkilî berdewam in, beşdarbûna konferans û komxebatên perwerdehiya navneteweyî, weşandina gotaran li ser torên civakî û axaftin bi medyayên biyanî re ji bo reşkirina rewşa Îranê û têkdana atmosfera civakê di dema piştî mirina Jîna Emînî de’ wek nimûneyên tawanên xistîn li ser Jîna Muderîs daye pêş. Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî dadgehê ji bo mehkûmkirina Jîna Muderîs Gurcî li ser raporên îstixbaratî rawestiya û biryare ceza li girtîgeha Hemedanê were pêkanîn. Jina Muderîs Gurcî, rojnamevan û çalakvana jinan a naskirî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye ku du caran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin. Cara yekem di dema Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de hate girtin û piştî 42 rojan li girtîgeha Sine ma, di 1’ê Mijdara 2022’an de, bi danîna 1 milyar tîmenê Îranê hate berdan. Cara duyem jî di meha Nîsana sala 2023’an de hate girtin û piştî 84 rojan bi danîna 5 milyar tîmen cardin hate berdan. Herî dawî jî di 21’ê vê mehê de, runiştina doza Jîna Gurcî hate lidarxistin û dadgehê 21 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Ji van 21 salan, cezayê herî giran ê 10 sal cezayê girtîgehê, wê bi sirgûnkirina girtîgeha Hemedanê bê pêkanîn. Parêzerên Jîna bi awayekî fermî îtîraza ceza kirine û ji bo îtîrazê wê dosya ji Dadgeha Îstînafê ya parêzgeha Sine re bê şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.