• Du ciwanên Bradostî piştî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin û piştî çend rojan hatibûn berdan, vê carê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin.

Du ciwanên Bradostî piştî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin û piştî çend rojan hatibûn berdan, vê carê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin. Ev 21 roj in aqûbeta van du ciwanan nayê zanîn.

Leşkerên deweta Tirk a dagirker di 31’ê Kanuna 2021’an de 2 ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa yên ji gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekan ê ser bi Herêma Bradost a ser bi Hewlêrê, revandin. Dewleta Tirk ew ciwan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn Tirkiyeyê.

Di 5’ê Çile de Tirkiyeyê herdu ciwan di Deriyê Îbrrahîm Xelîl re radestî malbatên wan kirin, lê dema ku gihîştin mal vê carê, hêzên PDK’ê ew kirin nezaretê û radestî Asayîşa Mêrgesorê kirin. Heta niha bi aqûbeta wan nayê zanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN