21 meh in bêhiqûqî girtî tê hiştin

Sêşem 12 Tebax 2025 - 03:35

Di nava şert û mercên asayî de dema ku mehkûmek ji çar paran sê parên cezayê lê hatiye birîn temam kirin divê bêne berdan, lê belê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên ku sala 2020’î bi qanûna înfazê re ava bûn, sê mehan, şeş mehan û salê carekê rewşa girtiyan dinirxînin. Yek ji deverên ku ev bêhiqûqî herî zêde lê tê kirin Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ye. Meha derbasbûyî li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana 35 girtiyan ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve bi îdîaya ‘rewşa baş’ a wan nîne, hate taloqkirin. Ji 35 girtiyan 33 jê sih sal in girtî ne. Berdana girtiyan bi hinceta ‘pûanê kêm’ tê taloqkirin.

Yek ji van girtiyan jî Halîl Dag e ku berdana wî 7 caran hate taloqkirin. Halîl Dag ku piştî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê ku di salên 1990’î de lê hate birîn li gelek girtîgehan hate ragirtin, herî dawî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin.

Halîl Dag li gel ku 30 sal in girtî ye 21 meh in bêhiqûqî girtî tê hiştin û berdana wî 7 car in tê taloqkirin. Halîl Dag li hemberî nexweşiyên kronîk li ber xwe dide. Taloqkirina berdana girtiyan ku nikarin bê têrkerî bêne dermankirin, jiyana girtiyan dixe metirsiyê. Girtî bang dikin ku ev bêhiqûqiya li wan tê kirin ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Parêzera Halîl Dag, Îpek Sarica hem rewşa dawî ya Halîl Dag hem jî rewşa li Girtîgeha Bolûyê vegot.

Îpek Sarica diyar kir ku li girtîgehan mafên mirovan bi şênberî tê binpêkirin, girtî hem li nexweşxaneyê hem jî li girtîgehê li binpêkirinên giran rast tên.

Poşmanî tê ferz kirin

Îpek Sarica anî ziman ku li Girtîgeha Bolûyê di pêvajoya taloqkirina berdanê de tenê sê kes hatin berdan, gelek girtiyên di heman rewşê de ne nehatin berdan û destnîşan kir ku biryar hemû bi kêfî têne wergirtin. Sarica ragihand ku piraniya daxwaznameyên têkildarî înfazê tenê ji hin aliyan ve têne nirxandin, bi biryarên nirxandina demê re jî dema dirêjkirina sê mehan beriya ku biryar misoger bibe digihêje meha çaremîn.

Îpek Sarica anî ziman ku ‘kêmaniya têkiliyên civakî’, ‘nebûna şagirtekî çalak’, ‘nexwestina daxwaza aktîvîteyan’ û ‘cezayên dîsîplînê yên dema derbasbûyî’ ji bo bernedana Halîl Dag weke hincet têne nîşandan; her wiha jibîrkirina girtina ronahiya koxûşê ya rojê jî weke bahane tê nîşandan. Îpek Sarica destnîşan kir ku bahaneya herî absurt jî ew e ku ‘Ji sala 2017’an û vir ve bi endamên rêxistinê re li heman koxûşê dimîne’ ji bo bernedana Halîl Dag weke hincet tê nîşandan.

Îpek Sarica got:“Bicihkirin berpirsyarî û erka rêveberiyê ye, ev çawa dikare bibe hincetek?’ û diyar kir ku poşmanî li Halîl Dag tê ferzkirin. Îpek Sarica her wiha destnîşan kir ku biryarên taloqkirina berdanê mafê tenduristî û tedawiyê yê Halîl Dag asteng dike û ji ber vê yekê jî nexweşiyên wî lê giran dibin.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.