- HPG'ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir. Di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin:"Meha Cotmehê weke meheke welê cihê xwe di dîrokê de girt ku gelê me li dijî sîstema mêtinger qirker û Komploya Navneteweyî her roj û li her qadê têkoşiya. Têkoşîna gelê me ya ji bo bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ya li hemû zindanan, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, berxwedana li dijî zextên dijmin, têkbirina planên dagirkeriyê û avakirina jiyana azad li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî roj bi roj mezin dibe. Milîtanên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn 1'ê Cotmehê li Enqereyê bi çalakiya xwe ya dîrokî têkoşîna meha Cotmehê dan destpêkirin. Sîstema dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma faşîst ji bingehê ve hejand û derseke gelekî bi wate da. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ev ruhê bilind, wêrekî, pîvana fedaîtiyê, profesyonelî û pêşengiya demê ji xwe re kirin mînak û ji Serhedê heta Amed û Mêrdînê, ji Metînayê heta Zap, Avaşîn û Xakurkê her roj çalakî kirin û derbên giran li dijmin xistin. Ev encam bi saya têkoşîna hevrêyên me yên şehîd hatin afirandin ku bi kedeke mezin û ruhê fedaî têkoşiyan. Di meha Cotmehê de hevrêyên me Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn, Îbrahîm Tolhildan, Nûrhak Dêrik, Jîndar Rûmet Meyaser, Zagros Besta, Huseyîn Pîran, Rûken Zîlan, Cudî Çekdar, Bedran Merdan, Ciwan Amed, Seyit Brûsk bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
PDK bûye cerdevanê dewleta Tirk
Dewleta Tirk planên xwe yên dagirkeriyê xist pratîkê û hebûna gerîla ya li qadê timî xist rojevê û bi vî rengî hewl da armanca xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê veşêre. Lê belê êrîşa dagirkeriyê ya ku 7'ê Cotmehê li herêma Barzanê destpê kir û hîn jî dewam dike, planên qirêj ên mêtingeran raxist pêş çavan. Artêşa Tirk li kûrahiya herêma Barzanê û herêmên bilind bi cih bû û bi vî rengî armanca xwe ya dagirkirina hemû qadên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê bi şênberî nîşan da. Tevî ku li herêma Barzanê hebûna gerîla ya mayinde nîne jî PDK vê dagirkeriyê qet naxe rojeva xwe, li ber ranabe ku ev yek asta wê ya nokerî û teslîmiyetê radixe pêş çavan. Weke ku hin saziyên medyayê yên cuda yên li Başûrê Kurdistanê bi belgeyên şênber nîşan dan; hêzên PDK'ê li xeta Girê Amediyê û Metînayê leşkerên Tirk li kêleka çeperên xwe bi cih kirin; piştgiriya lojîstîk dan, rê jê re çêkirin û bi vî rengî leşkerên dagirker parastin, xizmet ji armanca dagirkeriyê ya dewleta Tirk re kirin. Dewleta Tirk PDK ji xwe re kiriye cerdevan û weke leşkerekî li ber destê xwe bi kar tîne.
Bîlançoya şer a meha Cotmehê bi vî rengî ye:
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Artêşa Tirk 201 carî bi balafirên şer êriş pêkanîn. 39 caran bi çekên kîmyewî, 137 caran bi teqemeniyên qedexe, 197 caran bi droneyên bombebarkirî êrişê çeperên gerîla kirin.
Çalakiyên gerîla
Gerîlayên azadiyê bi giştî 278 çalakî lidarxistin. Li gorî vê carekê bi şêwazê kemînê, carekê bi şêwazê serdegirtinê, carekê bi şêwazê êrişê, 6 caran bi şêwazê sabotajê, 18 caran bi şêwazê çalakiya gerîla ya bi koordîne, 56 caran bi şêwazê sûîkastê, 83 caran bi şêwazê şer, derb lêdan û destwerdanê, 112 caran jî bi çekên giran çalakî kirin.
Kuştiyên dijmin
Hejmara giştî ya dagirkerên hatin cezakirin: 205
Dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 3
Dagirkerên birîndar bûn: 38
Trafoyek, 2 radar, 6 dron, 10 çeper, 13 sîstema kamera ya mobesse, 17 kon hatin tinekirin. 2 Helîkopterên Skorsky, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî, 3 kepçe, bombeavêjek û 55 çeper hatin derb kirin.
BEHDÎNAN