Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo meseleya Kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 25’an de didome.
Her wiha ji bo piştevaniya kampanyayê li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê hatin destpêkirin dewam dike.
Jinên girtî ku ji Girtîgeha Bakirkoyê peyama serê salê şandin gotin:"Ji bo azadiya fizîkî ya Serokê xwe me dest bi çalakiyan kir. Serokatî rûmeta me ye. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin. Ew ê sala 2014'an bibe sala azadiya gelan. Em sersala Serok û gelê xwe pîroz dikin."
Peyama ku ji girtiyan hatî wiha ye:
"Em weke girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Bakirkoyê ji 17’ê Mijdarê pê ve di greva birçîbunê de ne. Di serî de Reber Apo, gele me yê berxwedêr û çalak, her wiha berxwedana gerîla û tevahî hevalên di zindanan de silav dikin. Di şexsê serokatiyê de dixwazin bi tecrîda giran Gelê Kurd û destkeftiyên Tevgera Azadiyê tune bikin. Em bawer in ku çalakiyên li zindanan, li çiyê û gelê me wê vê tecrîdê bişikîne. Gelê me jî dizane ku Serokatî rûmeta me ya herî mezin e. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derbikevin.
Em ê bi rihê APO’yî serkevin
Girtiyan di peyama xwe de îşaret bi tecrîdkirina giran a Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin:’’Îro dewleta dagirker bi tecrîdê ve dixwaze di serî de Gelê Kurd û Gelên Ereb, Ermenî, Suryanî û Elewî û hwd tune bihesibîne û mafê wan ê herî rewa jî ji deste wan bigire. Ev tecrîda li ser Gava Îmraliyê tecrîdekî li ser tevahiya hebûna gelan e. Li hemberî vê tecrîdê berxwedayîn tê wateya xwe û li tevahiya mirovahiyê xwedî derketin. Ji ber vê em tecrîdê şermezar dikin. Em hêza xwe ya berxwedanê ji Serokatiyê digirin. Tu hêz û kirinên dewleta Tirk a faşist nikare vê berxwedana me bişkine. Tevahî çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin em silav dikin. Em bi hêvî û bawerin ku sala 2024’an dê bibe sala azadiya gelan û serketina berxwedanê. Em sala nû li Serokatî û tevahiya gele xwe pîroz dikin. Em ê bi ruhê Apoyî serbikevin. Bijî Serok Apo, An azadî an azadî."
Ji girtiyan strana ‘Çavê Cûdî’
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê bi strana "Çavê Cûdî" ya hunermend Bermal Çem, bi telefonê ji malbatên xwe re ragihandin û piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN