2024 wê bibe pêvajoyeke dîrokî

Şemî 20 Çile 2024 - 02:45

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok a li Zê pîroz kir û got:"Ji niha ve diyar e ku 2024 wê ji bo têkoşîna me nebe saleke ji rêzê, em ketine nava pêvajoyeke dîrokî." Daxuyanî bi vî rengî ye: "Beriya her tiştî em hevrêyên xwe Serxwebûn Serhed û Rizgar Çavreş bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em soza xwe ya ji bo şehîdan a dilsozî, serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan, di şexsê hevrê Serxwebûn û Rizgar de dubare dikin. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok ku we di 12'ê Çileyê de li Zê pêk anî, derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, di dîroka me ya têkoşînê de bû operasyoneke şoreşgerî ya gelekî serketî ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst hejand. Bi ruhê êrişê yê Apoyî, bi rêbaza lêdanê ya tûj û ji nişka ve girê ku dijmin li ser bû hate fetihkirin, bi temamî hate bidestxistin, temamiya hêza dijmin a li vê derê hate tasfiyekirin, 61 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek, amûrên leşkerî hatin desteserkirin, amûrên leşkerî yên mayî jî hatin şewitandin û tinekirin. Ev yek asta serketî ya operasyona şoreşgerî radixe pêş çavan. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok bû çalakiya herî serketî ya salên dawî, di heman demê de asta herî bilind a performansa taktîkî ya gerîla jî nîşan da. Vê operasyona şoreşgerî bi fedaîtiya Apoyî, rihê êrişê, bicihanîna asta taktîkî bi rengê hostatî, rêbaza lêdanê û profesyoneliyê, asteke bêhempa afirand. Di heman demê de serketineke girîng e ku operasyona şoreşgerî kêlî bi kêlî hate qeydkirin, rastiya şer û dagirkerên hatin cezakirin hemû hatin belgekirin. Bi saya vê yekê, tevî ku rejîma AKP-MHP a faşîst û artêşa Tirk hewl dan encamên operasyona şoreşgerî veşêrin jî derewên şerê taybet hatin eşkerekirin û hêza gerîla li pêş çavan hate raxistin.

Ev sal dibe sala serketinê

NPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sala 2024’an wê nebe saleke jirêzê û wiha got:’’Di sala 2024'an de ku ji niha ve eşkere bûye ku ji aliyê têkoşîna me ve wê nebe saleke ji rêzê, eşkere ye ku em ketine nava pêvajoyeke dîrokî. Destpêkirina sala nû bi operasyoneke bi vî rengî ya serketî ya şoreşgerî, rêveçûna têkoşîna salê û rêya wê ya serketinê diyar kiriye. Li ser vê bingehê, em hemû fermandar û şervanên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok bûne, hemû hevalên ku di her asta vê operasyona şoreşgerî de keda wan heye, pîroz dikin. Em hevrêyan hemûyan bi hestên ji dil ên şoreşgerî silav dikin, ji dil bawer dikin ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û serketinê hêvî dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.