Rêveberiya Hawîrdorê ya kantona Kobanê li bajêr pêşangeheke kulîlkan vekir. Pêşangeh wê du rojan dewam bike. Piştî bidawîbûna pêşangehê jî şênî dikarin kulîlkan bikirin.
Cara yekemîn e ku li Kobanê Rêveberiya Hawîrdorê li Şitilgeha Miştenûr a bajêr, pêşangeha kulîlkan vekir. Di pêşangehê de nêzî 200 cureyên kulîlkan tên nîşandan.
Pêşangeha ku Rêveberiya Hawîrdorê ku ev çend meh in amadekariya wê dike, bi amadebûna bi dehan şêniyan hate vekirin û dê du rojan li pey hev pêşwaziya mêvanan bike.
Li gorî komîteya çavdêriya pêşangehê, kesên ku dixwazin kulîlkan bikirin, dikarin serdana Şitilgeha Miştenûr bikin.
KOBANÊ