20 hezar Suriyeyî li nav Zêrevan

Şemî 28 Îlon 2024 - 02:20

Endamê YNK’ê Mehmud Xoşnaw ji medya Iraqê re ragihand ku Mesrur Barzanî, 20 hezar welatiyên Suriyeyî di nav hêzên Zêrevan û hêzên din ên PDK’ê de bi cih kiriye û got:“Dema şandeya Encûmena Aborî ya Iraqê hat Herêma Kurdistanê, ji ber ku hikûmeta navendî mûçeyê van kesan rawestandibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê navên lîsteyan guhert. Hikûmeta Herêmê li şûna navên Suriyeyî, navên welatiyên Iraqê bi nav dike da ku mûçeyê hêzên wan neyên rawestandin.”

Têkildarî nerazîbûna hikûmeta Bexdayê jî Xoşnaw got:“Sedema sereke ya nerazîbûna hikûmeta Iraqê ew bû Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku lîsteya navên hêzên xwe ji hikûmeta navendî re bişîne. Herwiha ev mijar bû sedema gengeşeya siyasî û darayî di navbera Bexda û Hewlêrê de. Ji ber ku di warê dabeşkirina neft û dahatên sînorî de peywendiya her du aliyan tevlîhev e. Dibe ku ev dosya rê li ber lêkolîna zêde ya polîtîkayên kar û lêçûnê li herêmê veke. Her wiha divê zextên li ser hikûmeta Mesrûr Barzanî zêdetir bikin da ku lîsteya nav û karmendan zelaltir bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.