- 20 gerîlayên nû dibêjin: Em soz didin ku em ê çeka şehîdên Zap, Metîna û Avaşîn hilgirin û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin, xewn û armancên wan bixin pratîkê. Em ê bi têkoşîna şoreşgerî ya azadiya gelê xwe bi ser bikevin.
20 ciwanan ragihand ku ew tevlî nava refên gerîla bûne û wan got, "Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin."
Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan dest bi kampanyayên 'Cenga Azadiyê bi ser bixin" û "Jin jiyan azadî, bi ser bixe azadî" dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de bang li ciwanan kiribûn da ku tevlî nava refên gerîla bibin.
Di 15'ê Tebaxê de komeke ji 20 jinên ciwan bersiv da vê bangê û bi tevlîbûna nav refên gerçîla Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Wan jî hingê bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê kir da ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin. Doh jî 20 ciwanan bi daxuyaniyeke çapemeniyê da zanîn ku ew tevlî nava refên gerîlayan bûne.
Şervanan nû, got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin."
Kes nikare roja me tarî bike
Di daxuyaniya xwe de ciwanan bi taybetî bal bir ser tecrîdkirina Rêber Apo û got, “Kes Nikare Roja me Tarî Bike. Rêber Apo di van 50 salên têkoşîna şoreşgerî de bê hejmar hevrêyên qehreman ên ku jiyana xwe ji bo şoreşê û jiyana azad feda kirine ava kir û perwerde kir. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, encama tirsa ku li ser hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ferz kir. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê nîşan da ku gotina wî ya ´mirov hêza herî mezin e´ heqîqet e.”
Ciwanan bal bire ser sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî û got, “Em weke ciwanên ku li ser paradîgmaya Rêbertiyê dimeşin, êrişên faşîst û hovane yên dijmin qebûl nakin û em yekane biryara ku bi rastî dikare ji pirsgirêkên îro yên gelê me re bibe çareserî, didin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo tolhildana şehîdên me, ji bo avakirina jiyana azad ji gelên bindest re em tevlî nava refên Gerîlla dibin.”
Bi ruhê Egîd
Ciwanan bal bire ser girîngiya meha Tebaxê di têkoşîna azadiyê de jî û got, “Ev meh ji bo tevgera azadiyê dîrokî ye, di 15’ê Tebaxa 1984’an de yekem guleya li dijmin hate avêtin, pêvajoyeke nû ya ji nû ve zayîna gelê Kurd û têkoşîna li dijî zilm, qirkirin û faşîzmê destpê kir. Ji çalakiya Fermandar Egît gelê Kurd bi xurtî li hemberî dijmin dest bi helwesteke xurt kir û di têkoşîna şoreşgerî de qonaxeke nû hat dest pê kirin. Bi ruhê Fermandar Egîd, her wiha bi ruhê fedayî yê Heval Zîlan bi hezaran ciwan berê xwe dan çiyayan û ber bi azadiyê ve meşiyan.”
Em ê bi ser kevin
Ciwanan da zanîn ku ew bi tevlîbûna xwe ya nav refên gerîla di heman demê de salvegera 39’an a Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê jî pîroz dikin. Wan gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em soz didin ku em ê çeka şehîdên Zap, Metîna û Avaşîn hilgirin û têkoşîna şoreşgerî bimeşînin, xewn û armancên wan bixin pratîkê. Em ê bi têkoşîna şoreşgerî ya azadiya gelê xwe bi ser bikevin."
BEHDÎNAN