Di nava 2 salên dawî de 20 welatiyên sivîl yên Herêma Kurdistanê, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk rojane herêm, gund û xaka Başûrê Kurdistanê bi dijwarî topbaran û bombebaran dike. Dewleta Tirk bi taybetî ji baregehên xwe yên nava Başûrê Kurdistanê, êrişî xelkê sivîl yê Başûrê Kurdistanê dike.
Dem û cihê kesên di bombebarana dewleta Tirk yên ji sala 2019’an heya îro şehîd bûne, bi vî awayî ye:
26’ê Hezîrana 2019’an de welatiyek sivîl li Balekayetî şehîd bû.
Heman rojê welatiyek li herêma Goşîn ya ser bi Herêma Biradostê şehîd bû.
27’ê Hezîrana 2019’an de ji heman malbatê 3 kes li rêya Kortek ya Qendîlê şehîd bûn.
15’ê Nîsana 2020’an 3 kes jî li wargeha penaberan a Mexmûrê şehîd bûn.
30 Gulana 2020’an li Komelgeha Hîtutî ya Dihokê 2 welatî şehîd bûn.
18’ê Hezîrana 2020’an şivanê bi navê Ebasî Mexdîd Neemet li Kelaşînê şehîd bû.
2019-2020’an de li Şêladizê 5 welatî şehîd bûn.
8’ê Mijdara 2020’an welatiyek Êzidî li Şengalê şehîd bû.
2019-2020’an li Amêdiyê 3 welatî şehîd bûn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ