• Li Silêmaniyê li ber Şaxê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ya Silêmaniyê, xwediyên firneyên Silêmaniyê çalakiya xwe kir.

Xwediyên firneyên Silêmaniyê li dijî buhabûna ard, sotemenî û zêdekirina bacê, nerazîbûn nîşan da û got, heger bersiva daxwazên wan neyê dayîn, ew ê firneyên xwe bigirin yan jî wê 6 nanan bi hezar dînarî bifiroş in.

Li Silêmaniyê li ber Şaxê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ya Silêmaniyê, xwediyên firneyên Silêmaniyê çalakiya xwe kir.

Serokê Şaxê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ya Silêmaniyê, Çalak Reûf daxuyanî da û got, bi her awayî piştgiriyê didin daxwazên firinevanan û got, wan di nava 2 salan de her daxwaza wan gihandiye aliyên peywendîdar, da ku çareser bikin. Çalak Reûf eşkere kir ku ji ber baca zêde, êdî xwediyên firneyan nikarin karê xwe dewam bikin.

Li ser navê xwediyên firneyan Selah Saleh jî got, “Heger heta roja Yekşemê hikûmet bersiva daxwazên me nede, buhayê ard û sotemeniyê kêm neke û bacê kêm neke, em ê yan firneyên xwe bigirin yan jî 6 nanên sed gramî bi hezar dînaran bifiroşin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ