• Derket holê ku Metîn Adugît ê di zindana Asayîşa Hewlêrê de can da, 4 roj piştî hatiye girtin jiyana xwe ji dest daye, lê 2 meh paşê agahî dane malbata wî. Di rapora otopsiyê de hatiye diyarkirin ku Adugît 10’yê Mijdara 2020’an can daye.

Metîn Agudît ji bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê ye û demeke dirêji di nava siyaseta legal de xebitî. Di salên 2009-2012’yan de Hevserokatiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Çildêranê kir. Di sala 2012’an de tê girtin, demekê girtî dimîne û tê berdan. Di hilbiartina 2014’an de wekî endamê Meclisa Şaredariya Çildêranê li ser navê DBP’ê tê hilbijartin. Di sala 2015’an de ji ber zextan û dozên der barê wî de, neçar dimîne ku ligel malbata xwe berê xwe dide Başûr û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi cîh dibe.

Metîn Adugît ji bo debara malbata xwe bike di meha Mijdarê ya 2020’an de diçe Hewlêrê û li karekî diğere. Lê 7’ê Mijdarê ji aliyê asayîşê ve tê girtin. Demek dirêj agahî ji Metîn Adugît nehat girtin û malbat jî ket nava lêgerînan. Di encama lêgerînên 2 mehan de malbatê bi rêya parêzerekî serî li asayîşa Hewlêrê da. Asayîşê destpêkê gotiye “Li vir nîne”, lê piştre li parêzer geriyaye û gotiye; “Ew kesê ku tu behs dikî, bi sekteya dil miriye”.

4 roj piştî girtinê can daye

Li ser vê yekê malbatê ji bo wergirtina cenaze serî li saziyên pêwendîdar da. Her wiha ji bo otopsiyê jî serlêdan kir. Di encama rapora otopsiyê de derket holê ku Adugît 4 roj piştî girtinê can daye. Di rapora bi îmzeya Bijîşkê Tiba Edlî ya Hewlêrê Hoşyar  Mehemed de hat diyarkirin ku midûriyeta Asayîşa Hewlêrê di 10’ê Mijdara sala 2020’an de agahiya mirina Metîn Adugît Dawid daye Tiba Edlî. Di raporê de tê gotin ku Adugît bi sekteya dil can daye.

Rapora Tiba Edlî dîroka wefatê bi vî rengî dide. Lê asayîşa Hewlêrê agahiya mirinê di 13’ê Çile 2021’ê de daye parêzer. Lê ev agahî piştî ku parêzer pirs kiriye hatiye dayîn.

'Ez reben im'

Metîn Adugît ku ji ber zordariya dewleta Tirk koçî wargeha Maxmûrê kiribû û di zindana Asayîşa Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da, di heman demê de dilsozê muzîka Kurdî bû. Adugît li mala xwe ya Mexmûrê strana bi navê “Ez Reben im” ku rewşa Kurdan, têkoşîn û lehengiya wan tîne ziman, gotiye û malbatê jî dîmen girtiye.

Metîn Adugît tevahiya jiyana xwe di nava têkoşîna ji bo azadiya Kurdan de derbas kir. Kurê wî Firat Adugît (Rojhat Siyabend) di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, 24’ê Tîrmeha 2017’an di şerekî li Navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bûye.

ROJNEWS/HEWLÊR