2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Pêncşem 26 Çile 2023 - 00:05

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin 2 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî jî hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 13 caran bi çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

 

Li herêma Zê (Zapê)

23'ê Çile saet di 13:00 de, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

24'ê Çile saet di 12:30'î de, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

24'ê Çile saet di 19:40'î de, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên derdora qada Çemçoyê xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hate tunekirin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

24'ê Çile, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Çile, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

24'ê Çileyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.