Li gor nûçeya Kolber News, li devera Hengejal a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de du kolber birîndar bûne. Her du kolberên birîndar bûne bi navên; Arman Qasimî (17) xelkê Seqiz û Karo Tecrubekar in. Li gorî daneyên Kolber News, di nava du mehên borî de 154 kolber li deverên sinor ên Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de bûne qurbanî.
NAVENDA NÛÇEYAN