2 kesên gumanbar hatin binçav kirin

Sêşem 23 Çile 2024 - 04:35

Berdevkê Polêsên Kerkûkê ragihand ku 2 kesên gumanbar, li ser şehîdkirina pêşenga jin ya Kurd Feryal Silêman Xalid hatine binçavkirin û lêkolîn dane destpêkirin.

Di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê pêşenga jin ya Kurd Feryal Silêman Xalid hate qetilkirin. Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin.

Berdevkê Rêveberiya Polêsan a Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Feryal Silêman de agahiyê nû da Rojnewsê. Amir Şiwanî got ku lêkolîn di qonaxeke baş de ye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye, 2 kesên tawambar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.