2 dagirker û helîkopterek şikestin

Duşem 18 Mijdar 2024 - 02:45

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li Metîna û Zapê de, 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin ku yek ji wan bi paye bû. Her wiha derb li helîkopterekê û kepçeyekê hate xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û wiha hate gotin:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

15'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li projektorekê hate xistin û hate tinekirin.

16'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku hewl dida rê çêbike. Di encamê de kepçeya ku derb xwar, nekarî kar bike.

15'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û bi rêbaza sekvaniyê lê dan. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin ku fermandarê bi paye yê koma dagirker bû.

Li Herêma Metînayê

15'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Dergelê hêzên me derb li helîkoptera êrişê xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14, 15 û 16'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Berbizinê, Sininê 8 caran, li Herêma Garê qadên Spîndarê, Girgaşê, Deşta Kafya 9 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Serê Metîna, Golka, Dergelê 18 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 21 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.