HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin kuştin û wesayiteke leşkerî hate tinekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di navbera 1-3'ê Çileyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got:
Li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl
2'ê Çileyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewil didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperê û hewldana dagirkeran hate astengkirin.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Derb li çeperekê hate xistin. Herwiha bi çekên giran dest li helîkoptera Skorsky hate werdan.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li wesayiteke leşkerî hat xistin û di encamê de wesayit teqiya û bi temamî hate tinekirin.
Li herêma Xakurkê
3'ê Çileyê li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
2 û 3'ê Çileyê li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
3'ê Çileyê li herêma Zê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
1, 2 û 3'ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Şêlazê û Dergelê 2 caran, li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Girê Rostê, Kolît, Ava Lolanê, Girê Berbizina 6 caran, li herêma Garê qada Deriyê Hirçê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN