2 dagirker hatin kuştin
Çarşem 10 Gulan 2023 - 15:41
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker dema ku li qada Sîdayê êrişî çeperên berxwedanê kiriye, hêzên gerîla derb li dagirkeran daye û di şer de 2 dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuynî da:
Li herêma Zê (Zapê)
9’ê Gulanê saet 06:10 û 10:15’an de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM´ê kir, hêzên me ji bo xwe parastinê li dagirkeran da.
9’ê Gulanê saet 14:00 û 15:00’an dagirkeran êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê kir, hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran da û di vî şerî de 2 dagirker hatin kuştin.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker
9’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
8, 9 û 10’ê Gulanê de qûntarên Girê Zengil ên Garê, derdora Dola Meranê û gundê Sêdarê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
9 û 10’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê du caran bi helîkopterên êrişê, 9 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN