2 dagirker hatin cezakirin

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 02:55

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di şerê dijî dagirkeriya Tirk de 2 leşkerên Tirk ên dagirker li rojavayê Zapê bi çalakiya suîkastê kuştin.

Di axuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatine dayîn.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

18'ê Cotmehê saet di 10:39'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

19'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

19'ê Cotmehê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse û teqemeniya ji 40 kîloyî ya dagirkeran hatin îmhakirin. Çalakiya ku hêzên me yên YJA Starê kirin, ji bo bîranîna fermandara me ya pêşeng a nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin.

Li Herêma Xakurkê

18'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

20'ê Cotmehê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin.

20'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

18 û 20'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

20'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18, 19 û 20'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Dêreşê, Zêvkê, Girê Kun, Pîrozana, Rêbînê, Girê Zengilê 12 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18, 19 û 20'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 7 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.