Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê çalakî kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê li dagirkeran xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 12'ê Gulanê li qada Derarê ya herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Azad çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 11'ê Gulanê li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve bombe kirin. Çalakiya bombeyî bi rengekî serketî pêk hat.
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên Avaşînê û Zapê gelek caran bombarduman kirin. Di van bombardumanan de tiştek bi hêzên me nehatiye." BEHDÎNAN