2 çete hatin kuştin 6 jî birîndar
Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:30
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 2’ê Sibatê ya şer û çalakiyên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê eşkere kir.Daxuyanî wiha ye:"Şervanên me, li eniya Pira Qereqozaqê bi çalakiyên bibandor bersiva êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Şervanên me di çarçoveya çalakiyan de li baregehên dagirkeran û kombûnên çeteyan xistin. Hejmara windahiyên wan nehat zanîn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin gundên derdora Pira Qereqozaqê û başûrê Kobanê bombebaran kirin û gundên Xeseq, Melha, Tîna û balafirgeha Sirînê kirin hedef. Di encama bombebaranê de zerarên madî çêbûn. Hevdemî bombebaranê, gundên Tîne, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sivê û Qereqozaqê ketober bi obîs, moşek û tankan hatin topbarankirin. Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek bê navber derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin û gundên derdora bendavê û yên başûrê rojhilatê Minbicê bi obîsan topbaran kirin. Şervanên me ku bersiva êrişên dagirker û çeteyên wê dan, bi çalakiyên bi bandor li kombûnên çeteyên ên li gundên bakurê bendavê dan. Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî û nuqteyeke çeteyan xistin. Bi qasî hatî tesbîtkirin 2 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir. Şervanên me jî du dronên xwekujî ya çeteyan xistin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê Kobanê û şîrketa avê bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî li şîrketê bûn."
ANHA