• Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star yên li Xakûrkê de, 5 dagirker hatin kuştin, 2 çeper hatin îmhakirin.Her wiha gerîlayan dest danî ser çekek BKC’ê jî.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Herêma Xakûrkê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê de;

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li qada navbera Girên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan ên herêma Xakûrkê de xebatên rêçêkirinê dikin. Komeke dagirekerên ji bo ewlehiya rê li girê Şehîd Axîn bi cih bûne, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, 26’ê Tîrmehê saet 17:30’î ji du baskan ve bi kordîneyî li wan dane.

Çûne ser cenazeyên dagirkeran

Di çalakiyê de 2 çeperên li gir hatin hedefkirin û îmahakirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Bi rêbaza nû ya demê ya gerîla re, di demek kin de serketinek mezin hate bidest xistin, hêzên me gir xistin di bin kontrola xwe de, çûne ser cenazeyên dagirkeran û li vir dest danîne ser çekek BKC’ê jî.

Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker 27’ê Tîrmehê li qadên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê saet 12:20’î yekîneyek a artêşa TC’ê li devera Şehîd Şahan ji aliyê hêzên me ve tê kontrolkirin, ji nêzîk ve li wan didin. Di vê çalakiya duyemîn a hêzên me li dar xistin de jî, bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet 14:30’î windahiyên xwe bi helîkopteran ji qadê rakirine.

5 dagirker hatin kuştin

Di encama van çalakiyên hêzên me yên serketî hatin pêkanî de, bi kêmanî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin, çekek BKC jî dest danîn ser.

Di dema çalakiyê de ku artêşa TC’ê derbekî giran xwar, hevrêyê me Çekdar Giravî bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bûye.’’

Bi balafirên şer bombe dikin

Agahiyên têkildarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastina Medya pêkanîn wiha ne:’’27’ê Tîrmehê Girê Şehîd Şahan, Girê Şehîd Kamûran, berpalên Girê Şehîd Heqî û Dola Şehîd Şahan yên girêdayî herêma Xakûrkê bi çekên giran hatine bombekirin.

27’ê Tîrmehê li herêma Xakûrkê di navbera saet 17:00- 17:30’an de Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîdan ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

28’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şehîd Şahan û Şehîd Axîn ên Xakûrkê dest bi opaerasyonek dagirkeriyê kir. Ev operasyon heya saetên êvarê ajot û bi rengekî bê encam paşve kişiyan.

28’ê Tîrmehê saet 21:30’an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan tunelên şer ên herêma Werxelê yên Avaşînê bombe kir.

28’ê Tîrmehê di navbera saet 00:00- 01:30’an de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê tevgera helîkopteran çêbûye. Hawîrdora gundên Derarê û Hirorê yên girêayî herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê û Girê Şehîd Çiya bi helîlopterên êrîşê hatine bombekirin.

Di bomberdimanên çêbûyî de ti tiştek bi hevrêyên me nehatiye.” 

 

Nasnameya Çekdar Giravî

 

HPG’ê derheqa şehîd Çekdar Giravî de jî ev agahî dan:

 

‘’Nasnav: Çekdar Giravî

Nav û Paşna: Sezer Emre

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dê-Bav: Besna – Bişar

Cih û Dîroka Şehîdbûnê:

Xakûrk/ 27’ê Tîrmeha 2021’’

ANF/BEHDÎNAN