1’ê Hezîranê em ê li qadan bin
În 31 Gulan 2024 - 00:55
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir bi çarçoweya kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 1’ê Hezîranê ew ê li her devera Ewropayê rabin û got,’’Heta ku Rêber Apo ji alî fizîkî ve azad bibe e em ê çalakiyên xwe bidomînin.’’
Ji bo şikandina pergala tecrîdê û daxwaza azadiya Ocalan Kurd û dostên wan li her devera Ewropayê 1’ê Hezîranê bi hevdemî wê li qadan bin.
Bi daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan li 74 navendan 10’ê Cotmeha 2023’an kampanyaya ‘’Ji Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’’ dest pê kir. Kampanyaya ku bi asta global dest pê kirî, di serî de Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi desteke gelek saziyên li qada navnetewî navdar, enternasyonalist, siyasetmedar, akademisyen, nivîskar, aktivistan roj bi roj mezin dibe.
Tê payin ku 1’ê Hezîranê pêvajoyeke nû ya çalakiyan dest pê bike. Ji bo şikandina pergala tecrîdê û daxwaza azadiya Oalan Kurd û dostên wan 1’ê Hezîranê li her devera Ewropayê wê bi hevdemî çalakî bêne lidarxistin.
Têkilî tecrîdê û kampanyayê em bi Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut re axivîn.
Helwesta CPT’yê cihê fikaran e
Zumrud serdana CPT’yê ya beriya bi 4 salan a li Imraliyê bi bîr xist, diyar kir hê jî ti agahî ji alî CPT’yê ve nehatiye parvekirin û ev cihê ‘fikaran’ e. Zumrut tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêber Ocalan bi bîr xist, ev weke ‘bêhiqûqiyê’ bi nav kir û got tecrîd ne tene li Imraliyê, li ser tevahiya gelê Kurd hatiye danîn.
Pêngav heta azadiyê wê bidome
Zumrut diyar kir pêngava ku 10’ê Cotmehê dest pê kirî heta azadiya Ocalan wê bidome û ev pêngav ne tene ji alî Kurdan ve ji alî ‘’artêşa dostan’’ ve ku ji alî Rêber Apo ve hatî avakirin, tê rê ve birin. Gelek navên navdar hene ku raman û paradigmaya Rêber Apo qebûl kirine. Ew jî di nav xebatan de cihê xwe digirin.’’
Bi yekîtiya hêza demokratîk
Zumrut destnîşan kir ev gava pêngavê di bin banê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) de rêxistiniya wê tê kirin. Zumrut got bi dirûşma ‘’Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî, Kurd aştiyê dixwazin’’ plansaziya çalakiyê ya ADGB ye. Zumrut her wiha diyar kir bi çarçoweya plansaziya ku hatiye kirin li her devera Ewropayê bi hevdemî wê 1’ê Hezîranê çalakiyên girseyî bêne kirin û got her kesê ku parçeyek ji ADGB ye, ji bo avakirina binesaiya xebatan divê xebatan bike.
NAVENDA NÛÇEYAN