• Li navenda Meksîkayê li holeke pîrozbahiyê, di êrişeke çekdarî de 19 kes hatin kuştin.

Li navenda Meksîkayê li holeke pîrozbahiyê, di êrişeke çekdarî de 19 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya buroya serdozgeriyê li bajarê Las Tînajas ê li eyaleta Mîchoacanê, li holeke pîrozbahiyê êrişa çekdarî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19 kes hatine kuştin,ji van mêr in û 3 jî jin in. Hate ragihandin ku ev kes hemû bi sîlehan hatine kuştin û li ser bedena wan şopên fîşekan hene.

Gelek kes jî di êrişê de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan.

Eyaletên Mîchaocan û Gûannajûato bi şerê navbera çeteyên narkotîkê timî dikevin rojevê.

Li Meksîkayê li gorî daneyên fermî ji sala 2006'an û vir ve 340 hezar kes hatine kuştin. Her wiha li gorî daneyên Komîsyona Lêkolînan a Neteweyî, 95 hezar kes jî winda ne.

MEKSÎKO