17 girtin 2 kuştin

Şemî 2 Tîrmeh 2022 - 02:44

QSD’ê di operasyonên xwe yên Hezîranê de 17 çeteyên DAIŞ’ê girtin û di nava wan de serçete jî hene. QSD’ê da zanîn ku gelek çete di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku ew desteka madî û leşkerî ji herêmên dagirkirî werdigirtin. 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya operasyonên ewlehiyê yên Hezîranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD´ê da zanîn ku di 11 operasyonên ewlehiyê li dijî cih û nuqteyên rêxistina DAIŞ’ê de 17 çeteyên DAIŞ´ê hatine girtin, û gelek ji wan serçete bûn. Di van operasyonan de 2 serçete jî hatine kuştin. 

QSD´ê gelek çek, alavên leşkerî û amûrên peywendiyan desteser kirin û di lêpirsîna çeteyan de çete li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi serçeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew dagir kirine, bi taybetî Serêkaniyê û Girê Spî re heye. QSD´ê got, "Ew desteka madî û leşkerî ji serçeteyên di nava çeteyên dagirkeriya Tirk de ku navê xwe Artêşa Nîştimanî ya Sûrî ye, werdigirin."

QSD´ê da xuyakirin ku ev operasyonên li jêr Hezîrana bihurî hatine kirin:  

- 30’ê Gulanê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê: 4 çete tevî "emîr"ê xwe hatin girtin. 3 kalşnîkov, dermanceyek, 10 telefon, 1 bombekişin, 2 dûrbîn, kamereyek, amûreke wifî desteser kirin. "Vê şaneyê cebilxane ji şaneyên terorîst ên din re dabîn dikir û ji 4 terorîstan pêk dihat."

- 8’ê Hezîranê: Çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê kiryarên leşkerkirin û tevlêkirinê û kiryarên îstîxbaratî, hat girtin. Di mala wî ya li Reqayê de jî gelek belge hatin desteserkirin.

- 12 Hezîranê: Li bajarokê Holê yê li rojhilatê Hesekê û li nêzî kampa Holê şaneya ji 3 endaman hat girtin. Wê şaneyê pere ji şaneyên rêxistina DAIŞ’ê re dişandin, hin şaneyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fînanse dikirin.

Heman rojê li bakurê Dêrazorê QSD´ê serçeteyekî DAIŞ´ê girt. Serçeteyê "Emîr" agahî vediguhestin, ji bo plankirina pêkanîna êrişên terorîstane li dijî nuqteyên ewlehî, leşkerî, sivîl û xizmetguzarî yên li Dêrazorê.

- 17’ê Hezîranê: Li bajarokê Mergede yê li başûrê Hesekê li gundê Seide yê li başûrê Mergede serçeteyek hat girtin. Ew di teqandina mayînan bi erebeyên leşkerî û ewlehiyê de çalak bû

- 19’ê Hezîranê: Li gundê Hecne yê li nêzî bajarokê Besîra yê ser bi Dêrazorê de serçeteyekî herêmî yê DAIŞ’ê hat girtin. Wî endamên DAIŞ´ê vediguhestin.

- 19’ê Hezîranê: Li herêma Tebqa ya li rojavayê Reqayê li nêzî gundê Cirniyê  serçeteyê berê yê rêxistina DAIŞ’ê hate girtin. Sala 2019`an wî erebe mayîn dikirin û li eniyên şer li dijî hêzên QSD´ê diteqandin. 

- 25'ê Hezîranê: Li nêzî bajarokê Besîre li gundê Daman yê rojhilatê Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê yê herêmî yê ku çeteyên şaneyan bi taybet ên xwekuj vediguhestin û çek û alav dide wan, hate girtin. Di mala wî de depoyeke çek û teqemeniyan hate dîtin.

- 26'ê Hezîranê: Li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê serçeteyê bombe û motersklêtên bombebarankirî dibirin Hesekê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha çete vediguhestin, malbatên serçeteyên biyanî ji Kampa Holê direvandin û beriya niha emîrê DAIŞ´ê terorîst bû, hat girtin.

Heman rojê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, li herêma "Cerzî" şaneyeke DAIŞ´ê ya ji 3 serçeteyan hat girtin. 

- 29'ê Hezîranê: YAT`ê li gundewarê Dêrazorê dor li şaneyeke DAIŞ´ê girt. Ji ber ku teslîm nebûn, du serçete di şer de hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.