Di çarçoveya pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de gerîlayan li Avaşîn, Zap û Heftenanî de 17 dagirker ceza kirin.
Der barê çalakiyên gerîlayan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeran de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGʼê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku Artêşa Tirk a dagirker 23ʼê Nîsana 2021ʼan de dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye û hêzên gerîla jî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” bersiv daye û didiyê.
Gerîlayan di çarçoveya pêngava Bazên Zagrosê de 30ʼê Nîsanê li Zapê li girê Şehîd Merwan bi çalakiyekê dagirkerek ceza kiriye.
1ʼê Gulanê li Avaşînê, gerîlayan dagirkerên li girê Şehîd Serdar bi sîlehên giran kirine hedef û piştî çalakiyê dagirkeran herêm bombardûman kirine.
Dîsa heman rojê êvarî, gerîlayan çalakiyeke dijwar pêkanîne û 5 dagirkerên li ser gir di kozikan de ceza kirine.
Li Zapê jî gerîlayan dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr kirine hedef û di çalakiyê de 4 dagirker hatine ceza kirin û kozika wan hatiye îmhakirin.
2ʼê Gulanê, li Avaşînê, gerîlayan ji nêz ve li kozikên dagirkeran ên li Girê Şehîd Dilgeş dane û di çalakiyê de 3 dagirker hatine ceza kirin û dagirker jî birîndar bûye.
1ʼê Gulanê, li Girê Mamreşo yê bi ser herêma Avaşînê ve ji aliyê dagirkeran ve hatiye bombardûmankirin û paşê xwestine pêşde biçin, lê hêzên gerîla rê nedaye wan û neçar mane vekişin.
Di çaçoveya Cenga Xabûrê de gerîlayan 1ʼê Gulanê li Heftenînê li qada Xantûrê li Girê Sûîqastê bi çalakiyeke sekvanî fermandarê dagirkeran ê gir ceza kirine.
Heman rojê, gerîlayan li Heftenînê li qada Partîzan li Girê Qesrokê li dijî dagirkeran çalakiyek kir û 3 dagirker hatin cezakirin û hinek cebilxane hat bidestxistin.
29ʼê Nîsanê, li Zapê di şerekî de 2 gerîlayên HPGʼê Delal û Viyan bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. HPG di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe ku her du gerîla ji roja ewil ve li refên pêş şer kirine û ji gelê Kurd û malbatên wan re sersaxî xwest.
ANF/BEHDÎNAN