• QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî ku 250 çeteyî doh danê sibehê teslîmî hêzên wan bûne, hejmara giştî ya çeteyên ku teslîm bûne, bûye 550.

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî ku 250 çeteyî doh danê sibehê teslîmî hêzên wan bûne, hejmara giştî ya çeteyên ku teslîm bûne, bûye 550. QSD´ê wekî din da zanîn ku hêzên wan kariye 9 rehîneyên di destê çeteyan de jî rizgar bikin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi awayekî baldar li dijî avahiyeke girtîgeha Sînaa ya ku çete tê de bûn, operasyoneke serdegirtinê li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku doh danê sibehê piştî operasyona hêzên QSD´ê ya serketî, 250 çete teslîmî QSD´ê bûne.  

Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hejmara çeteyênteslîm bûyî, bi giştî bûye 550.

QSD 9 rehîne rizgar kirin

QSD`ê bi daxuyaniyeke cihê ragihand ku wê 9 karmendên girtîgeha Sînaayê jî ji destê çeteyan rizgar kirine. Wê her wiha da zanîn ku di operasyonên li taxên Xiwêran û Zihûr û derdora çemê Xabûrê li başûrê Hesekê 17 çete hatin kuştin. 

Navendê got, "Doh [pêr] êvarê, hêzên me 9 karmendên girtîgeha Sînaa ji destê DAIŞ`ê xilas kirin û birin cihekî ewle. 

Li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê yên hêzên me li dijî terorîstên DAIŞ`ê dewam dikin ku xwe di malên sivîlan de asê kirine. di encamê de 5 terorîstên xwekuj ên êrişker hatin kuştin. 

Li taxa Xiwêran a rojhilat, hêzên me operasyoneke serdegirtinê li dar xist, di encamê de şer qewimî û 9 çete ku 2 jê xwekuj bûn, hatin kuştin.

Li aliyê çemê Xabûrê yê li başûrê Hesekê, hêzên me operasyonên paqijkirinê dikin li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên ku plan dikirin alîkariya çeteyên di girtîgehê de bikin, di encama operasyonan de 3 çete hatin kuştin.

Hêzên me bi baldarî operasyonên ewlekarî û leşkerî li girtîgeha Sînaa û derdora wê, gundewarê Dêrazorê yê rojhilat û li herêma Reqayê didomînin."

NAVENDA NÛÇEYAN