16 leşkerên din dan kuştin

În 3 Hezîran 2022 - 21:27

  • HPG: 7 caran bi çekên kîmyewî, 26 caran bi helîkopteran û balefiran bombardûman kirin. Hêzên me êriş pûç kirin û 16 dagirker kuştin. Di çalakiyan de 5 dagirker jî birîndar bûn. 

Li hemberî êrişên dagirker çalakiyên gerîla jî bênavber dewam dikin. Di çalakiyên gerîlayan de herî dawî 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 5 dagirker jî birîndar bûn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran de got, “Li Avaşîn, Zê (Zap) û Metînayê berxwedana dîrokî ya hêzên me bênavber didome. Qadên Berxwedanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî, 26 caran bi helîkopterên êrişê û bi balefiran hate bomberdûmankirin. Hêzên me ev êrişî pûç kirin û li hemberî êrişan çalakî kirin û derbên giran li dagirkeran dan. Di çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin kuştin, 5 dagirker hatin birîndarkirin, kamerayeke seriyan û 6 lempeyên destan hatine desteserkirin."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Avaşînê

Di 2’ê Hezîranê de saet di 15.30’an de bi çekên ferdî li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê hat xistin, dagirkerek birîndar bû. Saet di 19.30’an de jî bi taktîka sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer hat xistin. Li vir dagirkerek hatiye kuştin û yek jî birîndar bû.

Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li Metînayê

Di 2’ê Hezîranê saet di 08.00’an de dagirkeran dema xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve werin, bi çalakiyeke koordîneyê ya gerîlayan li wan hat xistin. Milê yekemîn ê çalakiyê bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran da û dagirkerek kuşt. Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran da, 2 dagirker kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Zê (Zapê)

Di 2’ê Hezîranê de saet di 00.30’î de dagirkeran dema hewl da li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro bi cih bibin, bi sekvaniyê li wan hate xistin û dagirkerek hat kuştin.

Di 2’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî, saet di 11.24’an de teqîneke mezin çêbû.

Di 2’ê Hezîranê saet di 15.15’an de dema ku dagirkeran xwest li Qada Berxwedanê ya Karkerê bi cih bibin, hêzên me yên YJA Starê du caran bi sekvaniyê li dagirkeran da û 2 dagirker kuştin.

Di 2’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de dagirkeran dema ku hewl da darên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirrin, bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.

Di 3’ê Hezîranê de saet di 08.30’î de dagirkeran kûçikek şand nav çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê. Kamerayeke seriyan û 6 elektrîkên destan ên li ser kûçik hatine desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş de li herêma Zapê;

Di 2’ê Hezîranê saet 12:00’an de dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ve biçin, hêzên me bi taktîka kemînê ew gulebaran kirin û 3 dagirker kuştin. Di saet 13.00’an de jî dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ve biçin, hêzên me bi sabotajê derb li wan xistin, leşkerek kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Di saet 21.00’ê de jî dagirkeran bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Xakurkê

Di 1’ê Hezîranê saet 06:08’an de li Girê Şehîd Axîn, gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xist û herî kêm 3 dagirker kuştin.

Di 1’ê Hezîranê saet 05:10’an de li Girê Şehîd Derwêş, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xist. Hêzên me yên YJA Starê 2 dagirker kuştin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.