- Rêveberiya Li Dijî Madeyên Hişbir a Kerkûkê ragihand ku 16 tometbar bi 250 gram madeyên hişbir hatine girtin.
Rêveberiya Li Dijî Madeyên Hişbir a Kerkûkê ragihand ku 16 tometbar bi 250 gram madeyên hişbir hatine girtin. Rêveberiyê got, di nava van madeyan de krîstal û hebên hişbir, her wiha alavên bikaranîna madeyên hişbir hebûne.
KERKÛK
Qezayên trafîkê her roj dikujin
Li ser rêya sereke ya Kerkûk-Reşadê di qezayeke trafîkê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. Çavkaniyeke ji Rêveberiya Trafîkê ya parêzgeha Kerkûkê got, piştî buyerê tîmên tenduristî û tîmên trafîkê gihiştine cihê buyerê û birîndar rakirine nexweşxaneyê. Kesê miriye ciwanekî 25 salî bûye.
KERKÛK
Vê havînê 25 kes xeniqîn
Li gorî daneyan ji serê sala 2022’yan ve 25 kes li Kerkûkê di avê de xeniqîne. Tenê îna bihurî, 5 kes di Zêyê piçûk de xeniqîn. Rêveberê Polêsan ê Avê ê Kerkûkê Newzad Mihemed li ser mijarê got; “Li gorî daneyan li Kerkûkê ji serê salê ve 11 kes xeniqîne.” Li gorî agahiyên RojNewsê, ji bilî daneyên polêsan, 14 kesên din jî di nav sînorên Kerkûkê de xeniqîne.
KERKÛK
Xizmet nîne dorpêç heye
Rêya Kelar-Silêmaniyê ji ber xercnekirina budceya pêwîst, ev sê sal in nayê avakirin. Proje diviyabû sala 2019’an biqede. Lê heta niha rêya di navbera Bawenur Derbendîxan û Derbendîxan Zerayen de temam nebûye. Sedema vê yekê jî ew e ku Hikûmeta Herêmê budceyê ev 5 sal in xerc nake. Parlamenterên YNK’ê dibêjin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dorpêçê datîne ser Silêmaniyê û li şûna xizmetguzariya Silêmaniyê, dixwaze wê bixeniqîne.
SILÊMANÎ
Mûşek li baregeha Tirkan barandin
Baregeha Zîlkan a dewleta Tirk a dagirker a li Beşîka careke din bû hedefa muşekan. Li gorî agahiyan doh baregeha leşkerî ya Zîlkan a li Beşîkayê ya ser bi Mûsilê, bû armanca mûşekan. Nehat zanîn ka ziyana canî û malî li dargirkên Tirk bûye yan na.
MÛSIL