15’ê Tebaxê pêngaveke gerdûnî ye

Çarşem 14 Tebax 2024 - 03:00

  • KCK’ê salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir û derheqê giringiya 15’ê Tebaxê ev tespît kir: ’'Rêber Apo her tim destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, her wiha ne tenê li Kurdistanê ye, di heman demê de pêşketineke demokratîk û gerdûnî ye.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera 40'î ya Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniyê de ragihand ku ‘’Pêngava dîrokî’’ rê li pêşketinên mezin vekiriye, salvegera 40’î ya pêngavê li Rêber Apo, şehîdan, gerîlayan pîroz kir û got,’’Di şexsê lehengê pêngavê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd-Mahsûm Korkmaz de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.’’

KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir gelê Kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê re xwe ji nû ve afirandiye, bûye xwedî vîn, têgihiştin û nasnameyê, dîroka mêtingeriyê qedandiye, dîroka azadî û pêşketina demokratîk daye destpêkirin û gelê Kurd bi 15’ê Tebaxê re bûye xwedî şeref û rûmetê û pê bilin bûye û bi pêngavê re jinên Kurd bûye xwedî hişmendiya azadî û îradeyê.

Divê 15’ê Tebaxê baş bê fêhmkirin

KCK’ê destnîşan kir encamên herêmî û navnetewî yên 15’ê Tebaxê çêbûne û got,’’Bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li cîhanê, asta pêşengiyê ya jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê ya jinê de, du hîmên bingehîn ê Pêngava 15'ê Tebaxê yên herêmî û navneteweyî ne. Ev taybetmendî hemû girîngiya dîrokî ya Pêngava 15'ê Tebaxê radixe pêş çavan. Rêber Apo her tim destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, her wiha ne tenê li Kurdistanê ye, di heman demê de pêşketineke demokratîk û gerdûnî ye. Her ku dem di ser Pêngava 15'ê Tebaxê re derbas dibe rastiya vê yekê hîn bêhtir tê dîtin û fêhmkirin. Pêngava 15'ê Tebaxê gaveke mezin û dîrokî ye ku pêwîste ji gelek aliyan ve li ser bê rawestîn û fêhmkirin.’’

15’ê Tebaxê pêşketine domdar e

Bi berdewamî KCK’ê wiha behsa Pêngava 15’ê Tebaxê kir: ‘’Beriya her tiştî Pêngava 15'ê Tebaxê pêşketineke wiha ye ku nasekine û her tim dewam dike. 40 sal in ev pêngav bênavber dewam dike û pêşketinên mezin diafirîne. Ev yek ji taybetmendiyên herî girîng û balkêş ên Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Bêguman yek ji nuqteyên ku divê li ser bê rawestîn û fêhmkirin jî têgihiştina şert û mercên wê demê yên destpêkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ye, naskirina kesayetên dîrokî yên vê pêngavê ye. Bi fêhmkirin û naskirina kiryarên mejiyê înkarê yê nijadperest, qirker ê li dijî gelê Kurd; bi fêhmkirina qîrîna gelê Kurd ê ku çand, ziman, nasname û welatê xwe hatiye qedexekirin, bi têgihiştina komkujî, zext û êşkenceya cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê ya li gelan û şoreşgeran kir, bi zanîna bîranînên mezin ên Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sakîneyan ên li zindana Amedê li dijî zilma herî giran li ber xwe dan, Pêngava 15'ê Tebaxê dikare bê fêhmkirin. Her wiha ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê bê fêhmkirin, divê mirov bi hezkirina ji gel û welêt, dilxwaziya mezin a azadiyê ya pêşengên vê pêngava dîrokî zanibin.’’

KCK’ê êrîşên îmha û qirkirinê yên berdewam bi bîr xist û diyar kir ev êrîş jî nîşan didin ku Pêngavav 15’ê Tebaxê çendî hewce û jiyanî ye û got bi rihê 15’ê Tebaxê mirov dikare pêşî li êrîşên dagirker û qirker bîne û goto,’’Ji ber ku Pêngava 15'ê Tebaxê navê îradeyê, jinûve hebûnê û serketinê ye. Ji ber vê yekê divê em Pêngava 15'ê Tebaxê bi xurtî fêhm bikin û bijîn. Mîna doh îro jî pêwîstiya me pê heye ku vê gava dîrokî ya ku hebûna me jinûve afirand, fêhm bikin û dewam bikin.

Berxwedana gerîla silav dikin

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin,’’Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên qirker û dagirker bi fedakarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, Pêngava 15'ê Tebaxê û rêbaza fermandarê mezin ê vê pêngavê hevrê Egîd dewam dikin. Em vê sekna bi wate û berxwedana bêhempa ya gerîla bi vê wesîleyê careke din silav dikin û Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li hevrêyan hemûyan pîroz dikin. Divê gelê Kurdistanê li her derê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bike. Li ser vê bingehê divê li her derê têkoşînê mezin bike, bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re be, ku li dijî xiyanet, qirkerî û dagirkeriyê li ber xwe didin û têkoşînê bi ser bixîne."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.