15 hezar kîlometre bi panelên rojê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 20 Nîsan 2022 - 22:24

  • Ji bo şarjkirina akuya maşînê, vê tîmê 18 panelên plastîk ên rojê çap kirine. Li ser merşeke 18 metreyî jî ev panel bi cih kirine.

Çar kes xwe ji projeyeke mezin re amade dikin: Ji Zanîngeha Newcastle, li Navenda Elektronîka Organîk a Awustralyayê Ben Vaughan, ji Zanîngeha Newcastle lêkoler Matthew Bergin, rêveberê projeya Charge Around Australia û mucîdê panelên rojê yên tên “çapkirin” Paul Dastoor û serekdîzayner Michael Dickinson. ew dixwazin bikin ku maşîneke bi motorê elektronîk li dorhêla Awustralyayê bigere. Ev rêwîtî wê 15 hezar û 100 kîlometroyan dirêj be. Armanca wan jî ew e ku gavekê biavêjin li dijî krîza avhewayê ya kurewî. 

Ji bo şarjkirina akuya maşînê, vê tîmê 18 panelên plastîk ên rojê çap kirine. Li ser merşeke 18 metreyî jî ev panel bi cih kirine. Gava ku lazim bû aku bê şarjkirin, wê ev merşa hanê li ber tava rojê bê raxistin.  

Mûcîdê panelên rojê yên çapkirî Paul Dastoor dibêje, tîma Zanîngeha Newcastlê wê hem xwegirtina panelan biceribîne û hem jî performansa wan ji bo bikaranîna muhtemel ji bo tiştên jî.

Panelên rojê yên tên çapkirin pirr sivik in û metreyeke wan a bi çarçik dikare bi 10 dolaran bê hilberîn. Panel serê pêşî bi çapkereke 3D ya ji bo etîketên şerabê hat çêkirin. 

Rêwîtiya 15 hezar û 100 kîlometreyî wê 84 rojan dewam bike. Tîm wê di dema rêwîtiya xwe de biçe 70 dibistanan jî da ku nîşanî wan bide ka mirov siberojê dikare çi bike. Rêwîtî wê 22´yê Nîsanê dest pê bike. Milyarderê Emerîkî Elon Musk jî xwe jê nehiştiye û ji bo reklama maşîna xwe ya elektrîk bike, maşîneke Tesla daye tîmê ji bo vê ceribandinê.

Axir, heger metreyeke bi çarçik a van panelan bi 10 dolaran bi rastî bê hilberandin û performansa wan ne xirab be. Ev panel dikarin ji bo deverên weke Rojavayê Kurdistanê bibin çareseriya pirsgirêka enerjî û çandiniyê jî, nexasim ji bo germkirin û rohnîkirina serayan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.