15'ê Tebaxê ber bi serketinê ve diçe

Yekşem 14 Tebax 2022 - 21:33

  • YJA Star: Em; gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê û li her devera ku serweriya Tirk a mêtinger-faşîst lê ye, bi pêşengiya fermandarên xwe yên mezin soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Koordînasyona PAJK'ê bi boneya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê, daxuyaniyek weşand û got, pêngava vejînê ber bi serketinê ve diçe. YJA Starê jî Cejna Vejînê pîroz kir û got, “Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedîderketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin.”

PAJK'ê got, "Di salvegera 38'an a cejna me ya vejînê ya 15'ê Tebaxê ya dîrokî de di şexsê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd de hevrêyên li Zap, Avaşîn, Metîna şehîd bûn û şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Faşîzma dewleta Tirk ji avabûnê xwe û vir ve ji bo xwe kiriye wezîfeya bingehîn ku tevgerên şoreşger bitepisîne, tesfiye bike. Rêber Apo li dijî mêtingeriyê gaveke dîrokî avêt. Rêber Apo bi pêşengiya mîrateya têkoşîna şoreşgerî rabû, bi ragihandina PKK'ê re ku wê rê li ber şoreşa Kurdistanê vekiribûya, li dijî mêtingerî û mejiyê qirker dest bi meşeke mezin a azadiyê kir. 

Rejîma dewleta Tirk dît ku têkoşîna şoreşa Kurdistanê veguheriye hêza îdeolojîk-polîtîk û xwest bi cûntaya 12'ê Îlonê, vê vejîna mezin bitepisîne. Banga berxwedanê ya Mazlûman bi fermandariya hevrê Mahsûm Korkmaz bi Pêngava 15'ê Tebaxê re veguherî hêza tolhildanê. Ev hêza ku tarîtiya giran a faşîzmê ji holê rakir, ruh û wêrekiya vejîna bi rengekî azad da gelan û jinan, ew fîşeka destpêkê ye ku li dilê mêtingeriyê ketiye.


Bû hêviya mirovahiyê 

Şerê parastina gel ê ku sala 1984'an di 15'ê Tebaxê li Botanê, li Dihê-Şemzînanê hîmê wê li dijî mêtingeriyê hate danîn, li Kurdistanê bû tovê çanda egîdbûnê. Ev berxwedan bû navê şerê afirandina destanan ku li Xakurkê Bêrîtan, li Dersimê Zîlan, li Rojava Arîn Mîrkan û li Zap û Zagrosan sekna fedayî ya sedsalê ya gerîlayên HPG û YJA Starê hate afirandin.

Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê li Kurdistanê serî li ber faşîzma dewleta Tirk rakir. Li dijî nokerî, xiyanet, zayendperestî û paşverûtiya feodal ku xwe dispêre dewletê, bû bang ji bo hişyariyeke mezin. Jinên Kurd ên bi birêxistinbûnê veguherî artêşbûnê, bi pêşengiya bi heybet a Sara, Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Şîrîn û Avestayan warê Kurdistanê kirin warê şoreşê bi pêşengiya jinê.

Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelên Mezopotamyayê yên qedîm ku hatine binpêkirin, hatine qirkirin û înkarkirin, li ser bingeha xwerêxistinî û xweparastinê bû ruh û bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk.

Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêza xweparastinê ku bi pêşengiya Rêber Apo gihaşt vê serdemê, bi avakirina sîstema xwerêveberiyê ya neteweya demokratîk ji gelên cîhanê re bû çavkanî. Tevgera me ya azadiyê ku ji çavkaniya azadiyê ya Rêber Apo xwe xwedî dike, Kurdistanî bû, Rojhilata Navîn bû û gav bi gav dibe cîhanî.

Ruhê 15'ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne. Jin û mêrên Kurd ên xwe bi egîdî xemilandine, rê nadin dagirkeriyê. Pêngava 15'ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê mezin dibe, bi soza azadiyê ber bi serketinê ve diçe."

Serketin a gelê me ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê  jî 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedîderketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin. Serketin a gelê me ye ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide.”

YJA Starê got, “Li dijî aqlê faşîst ê qirkeriya Tirk ê ku digot 'Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin', em bi ruhê nû, aqil û dilê PKK'ê li Avaşînê, Zap, Metîna, Botanê û her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li ber xwe didin. Em; gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê ku çeperên me yên şer ê îro ne û li her devera ku serweriya Tirk a mêtinger-faşîst lê ye, bi pêşengiya fermandarên xwe yên mezin Egîd, Diljîn, Bêrîtan, Têkoşîn Amanos, Delal Amed, Berfîn Rêbaz û Mizgîn Ronahiyan soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin û soza xwe dubare dikin ku ala wan bi ser bixînin."

Ji bo li Kurdistanê azad bijîn

DENÎZ BABÎR / HEILBRONN

Izettin Teke yan jî bi navê xwe yê naskirî Silhedînê Bafeyî, sala 1983´yan PKK nas kir û ji hingê ve jî ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê qut nebûye. Ji ber sedemên siyasî ev 31 sal in ku li elmanyayê penaber e. Beriya 1983´yan wî YNK û PDK nas kiribû û bi awayekî amator di nava wan de cih girtibû. Kurekî wî sala 1993´yan di nav refên PKK´ê de şehîd bûye. 

Silhedînê Bafeyî çawa ji navê wî jî diyar e ji gundê Bafê ye, ew gundekî navçeya Şirnexê Hezexê ye. Wî PKK weke “Telebeyan” nas kir û şahidê li pêvajoya çalakiyên vejînê yên 15´ê tebaxa 1984´an e. Wî fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî yekser na kiriye. 

Wî bi rêya Heval Yaser (Alî Kaya) PKK nas kiriye. Piştre jî ew li Botanê dibe milîsê PKK´ê.

Serxwebûn jî li çiyê gerandiye.

Ew dibêje, beriya çalakiya li Dihê, ew hatine hişyarkirin da ku amade bin: “Destpêka salên 1984´an komeke ku li serê wê Murat Karayıilan hebû, ji Sûrî hat. Me tevî heval Yaser ew birin Botanê. Piştre jî heval Yaser ji min re got ji bo çalakiyê amade be.” 

Kurdistan rizgar bû

Ew anektodeke wan rojan jî wiha rave dike: “Gundiyekî mekapeke qetiyayî di piyê hevalekî de dîtiye. Li ser wê, ji bo ku bidim hevalan pêlavek da min. Gava em çûn çiyê, du heval li cem hevalê bêpêlav bûn. Hevalê ku dît em tên bi qêrîn got, ´Kurdistan rizgar bû´. Me fêm nekir ka çi qewimiye. Tu nabêjî, beriya wê bi du rojan çalakiya Dihê bûye û wî mizgîniya wê dida. Gava wî paşê kite bi kite behsa çalakiyê dikir, ronî di çavên wî de direqisî. Piştî wê min pêlava ku yê gundî jê re şand dayê.”

Silhedînê Bafeyî beriya çalakiyê fermandar Egîd dîtiye: “Li gundê Hazarê, min heval Egîd dît. Min jê pirsî ka Kurdistan kengî rizgar dibe, ma şerekî cîhanê yê sêyem bibe çi fêda wê li me heye. Wî got, ‘Gava ku li Kurdistanê kuç li ser kuç nema, ha hingê Kurdistan wê ava bibe. 12 kurd jî bimînin, Kurdistan wê azad bibe û ew 12 Kurd wê li Kurdistanê azad bijîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.