15 dagirkerên din kêm bûn

Duşem 1 Tebax 2022 - 22:30

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li rojavayê Zapê û li Metînayê 15 dagirker kuştin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li rojavayê Zapê û li Metînayê 15 dagirker kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê van rojên dawî got, "Hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor dewam dikin. Di van çalakiyan de hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih tînin. Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, 15 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Serhed Zîlan ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya herêma Metînayê derbên giran li dagirkeran xistin û birîndar bû, şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 36 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê agahiyên kite bi kite li ser çalakiyên gerîlayan wiha dan:

Li Metînayê

26'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00-13:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger, dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe û li wan da. Bi çalakiyên bi çekên ferdî û sekvaniyê de herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin.

Bi pêşengiya hevrêyê me Serhed Zîlan saet di 17:30'î de hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi ser dijmin de çûn û 4 dagirkerên din ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di vî şerê giran de hevrêyê me Serhed, bi giranî birîndar bû. Li gel destwerdanan jî fermandarê me yê fedaî û milîtanê leheng ê Rêber Apo hevrêyê me Serhed Zîlan tevlî nava lehengên nemir bû.
        
Bi sekvaniyê 3 dagirker hatin kuştin

31'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

31'ê Tîrmehê saet di 22:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

1'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin. n

 

Fermandarî fedaî Serhed Zîlan

HPG´ê da zanîn ku Serhed Zîlan şehîd bûye. HPG´ê got, “Hevrêyê me Serhed ji bo armanca azadiyê ya gelê me pêk bîne bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me li bajarê berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê li Makûyê ji dayik bû û mezin bû.  

Hevrêyê me sala 2016'an beşdarî nava refên gerîla bû, piştî ku perwerdeya şervanên nû temam kir, çû herêma Heftenînê bû. Hevrêyê me paşê çû herêma Metînayê û weke fermandarekî ciwan pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bû xwedî sekneke mînak.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Metînayê kir, cihê xwe li refên herî pêş girt û bû şopdarê xeta berxwedanê ya lehengên Zendûrayê. Hevrêyê me Serhed ku tevlî gelek çalakiyan bû û bêrawestan li ber dijmin rabû. Piştî ku dewleta Tirk a mêtinger 14'ê Nîsana 2022'an li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, li refên herî pêş şer kir û bû yek ji wan pêşengan ku derba destpêkê li dagirkeran xist. Hevrêyê me Serhed li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî di birêxistinkirina berxwedanê û lidarxistina gelek çalakiyên bi bandor de bi rola pêşengiyê rabû. 26'ê Tîrmehê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, kir ku 12 dagirker bêne cezakirin û derbeke giran li artêşa Tirk a faşîst xist. Di çalakiya dawî de tevî ku bi giranî birîndar bû jî heta kêliya dawî bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû.”

HPG´ê nasnameya şehîdî jî wiha eşkere kir:

* Serhed Zîlan (Şehriyar Kudekistanî) ê li Makûyê ji dayik bûye, kurê Gulistan û Muhemed, 26'ê Tîrmeha 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.