• Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê dewam dikin. Di çalakiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, konek jî hate îmhakirin.

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê dewam dikin. Di çalakiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, konek jî hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Li herêmên Zap û Avaşînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike. Hêzên me di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me bi bikaranîna çekên kîmyewî bênavber sûcên şer dike. Tevî ku dagirkeran 39 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên berxwedanê barandin, hêzên me gelek çalakiyên xurt lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Hêzên me yên li Zap û Avaşînê, di şexsê rêberê me yê nemir ê şoreşger hevrê Hakî Karer de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakî lidar xistin. ‘’

ANF/BEHDÎNAN