14ʼê Tîrmehê ruhê serketinê ye

Sêşem 13 Tîrmeh 2021 - 01:02

  • PKK'ê diyar kir ku çawa Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê bi ser ketiye, berxwedana vê demê jî wê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi ser bikeve. 

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera 40'î ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyanî da û got, "Dijmin ji yê beriya 39 salan cudatir nîne. Faşîzma AKP-MHP'ê yekser dewama Cûntaya Kenan Evren e ku 12'ê Îlona 1980'î darbe kir."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye: "Em dest bi sala 40'î ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya Dîrokî dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd 39 sal in li ser xeta 14'ê Tîrmehê têkoşîna rûmetê ya neteweyî dimeşîne û em bi ser dikevin. Bandora vê berxwedana mezin qet kêm nabe, berevajî; timî zêde dibe. Li Kurdistanê 39 sal in her gaveke bi navê azadiyê tê avêtin, bi bandora Berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Eşkere ye ku di sala çilî de ev bandor wê mezintir bibe û rê li ber serketinên azadiyê yên nû veke.

Li ser vê bingehê, em Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya dîrokî, ruhê wê yê serketinê, biryardariya mezin a 14'ê Tîrmehê, wêrekî û fedakariya wê, hişmendî, îradeya xurt, dilsoziya bi gel û welêt re, feraseta hezkirina ji jiyanê ya bi fedakariya canê xwe, ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê afirand û serketina wê misoger kir, silav dikin. Roja Rûmeta Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Di şexsê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ku ev roja mezin afirandin û 39 sal in rê nîşanî me didin, şehîdên leheng hemûyan bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em destnîşan dikin ku di sala çilî de ji her alî ve em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezintir misoger bikin.

Xeta berxwedanê ye

Weke ku tê zanîn, Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982'an ku rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve têk bir, bi çalakiya Newrozê ya hevrê Mazlûm Dogan dest pê kir ku ev çalakî hevîrê hişmendiyê yê tevgera me ya azadiyê ye. Ev berxwedana mezin bi çalakiya dîrokî ya Çaran a bi pêşengiya Ferhat Kûrtay bi pêş ve çû. Piştî ku hevrê M. Hayrî Dûrmûş roja 14'ê Tîrmehê ragihand, çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir û ev berxwedana dîrokî bi ser xist. Veguherî xeteke berxwedanê ku di nava ti şert û mercî de têk naçe û timî bi ser dikeve. Di Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de xeta fedayî ya serketinê afirand; rêbaza têkbirina her cûre zor û zehmetiyan derxiste holê. Rêber Apo ji bo Berxwedana 14'ê Tîrmehê got, 'Di her astê de xeta me ya partiyê temsîl dike.'

Serketin bi ruhê 14ʼê Tîrmehê dibe

Li dijî êrişên şerê taybet ê qirker topyekûn ku îro ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve bi piştgiriya NATO û PDK'ê têne meşandin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk-şoreşger li ser Xeta 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin û em bi ser dikevin. Eger mirov bala xwe bide ser, wê were dîtin ku dijmin ji dijminê beriya 39 salan ne cuda ye. Faşîzma AKP-MHP'ê yekser dewama Cûntaya Kenan Evren e ku 12'ê Îlona 1980'î darbe kir. Sivîlbûna vê darbeyê ye. Ji bo her tiştên bi navê azadî û demokrasiyê tune bike, ji bo bexwedana azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK'ê bieciqîne û ji bo parçeyên din ên Kurdistanê dagir bike, hêza xwe bi temamî seferber kiriye û bi her cûreyî rêbazên hovane bi kar tîne, çi jê tê dike. Bi kurtasî dijminê niha bi her awayî kopya dijminê beriya 39 salan e, lewma berxwedana niha jî divê berxwedana beriya 39 salan ji xwe re bike esas.

Faşîzm wê têk biçe

Berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn û pêngava Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê tevgera me û gel ve tê meşandin, xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê û 15'ê Tebaxê ya li dijî faşîzma 12'ê Îlonê ji xwe re dikin esas û li gorî şert û mercên heyî bi rê ve diçin. Di serî de Berxwedana Îmraliyê li zindanan hemûyan berxwedan heye. Gerîlayên leheng û hêzên me yên xweparastinê her roj derbên giran li dijmin dixin. Gel û dostên me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya jin û ciwanan her roj li ser piyan e, li kolan û qadan e. Li her cihî, hêzên siyaseta demokratîk li dijî êrişkariya faşîst bi rengekî bi wate li ber xwe didin. Ev hemû bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Ruhê Serketinê tê meşandin û dewama Berxwedana 14'ê Tîrmehê ne. Çawa ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li hember rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê bi ser ket, berxwedana vê demê jî wê li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê bi ser bikeve.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.