Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê weke havênê gerîlayên Kurdistanê pênase kir û wiha got;’’Wê demê ne karekî hêsan bû ku kadroyên xwende, yên li bajaran diman, jiyana li bejahî û çiyayê kêm nas dikirin, ti tecrûbeya xwe tune bû û qadên Botan, Garzan û yên cuda yên welatê xwe nas nedikir, berê xwe bidin van deveran, bi rêya nexşe û pûsûlayê bi rê bikevin. Tiştekî ji rêzê nebû ku li Botanê, Garzanê, li herêmên navîn ên Kurdistanê bi cih bibin, mirovên li wir nas bikin, têkiliyê ava bikin, çiya, herêmê, welatê xwe nas bikin. Tenê mirovên ku hesta xwe ya fedakariyê bilind bû û baweriya xwe mezin bû, bi eşqeke mezin ji bo armanca xwe dimeşiya, dikarîbûn vê bikin. Hewldanên îdeolojîk ên Rêbertî û ruhê Berxwedana Zindanê ya Amedê bingeha vê yekê ava kir. Ruhê Berxwedana Zindana Amedê pêşî li çareseriyê vekir û perspektîfa 'Em çawa dikarin zehmetiyan ji holê rakin; çawa dikarin bi îradeyeke bilind û biryardariyê ya nepêkan pêkan bikin' pêşkêş kir. Lewma di bingeha vegera li welêt de, piştre jî di bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê de ev rastî heye, ku bi pêşengiya fermandarên me yên leheng Egîdan, Erdalan, Bedranan, Gozluklu Aliyan, Emîn Taştanan û Sari Omeran hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN