1307 kîlometroyan li dûr xistin

Duşem 17 Çile 2022 - 22:18

  • Hûsiyên Yemenê diyar kiribûn ku ew ê li hemberî Mîrtiyên Ereban ên Yekbûyî, operasyoneke leşkerî ya berfireh li dar bixin.

Hûsiyên Yemenê diyar kiribûn ku ew ê li hemberî Mîrtiyên Ereban ên Yekbûyî, operasyoneke leşkerî ya berfireh li dar bixin. Piştî vê daxuyaniyê di sê tankêrên petrolê de teqîn pêk hatin.

Teqîn li Ebû Dabiyê ya paytext pêk hatin. Polêsên Mîritiyên Yekbûyî diyar kir ku di sê tankêran de teqîn pêk hatiye û li nêzî balefirgehê jî agir bi meydaneke piçûk ketiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî, polêsan diyar kiriye ku teqîn û şewat dibe ku ji ber êrişa droneyan pêk hatibin.

Heger ev rast be, Hûsiyan bi droneyên xwe karîbûn li hedefên herî kêm 1307 kîlometroyan dûrî xwe bixin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan Reutersê, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan berpirsiyariya êrişê girtiye ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.