13 sal in xizmet tine

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Hezîran 2023 - 15:30

Taxa Jîn ya Hewlêrê yek ji taxên herî hejar ên vî bajarî ye û ve zêdetirî 13 salan e ku hatiye avakirin. Niha zêdetirî 5 hezar malbat li taxê hene. Lê heta niha xizmetên herî bingehîn jî negihiştiye hinek kolanên wê. Hikûmeta li Hewlêrê û rêveberiyên şaredariyê jî taxa Jîn paşguh kirine.

Kêmasiyên herî diyar ên xizmetê jî nebûna kanalizasyonê, qîrnekirina kolanan, nebûna dibistanan, kêmbûna av û elektrîkê ne. Wekî din heta niha ti xizmet ji nîvê kolanên taxê re nehatiye kirin. 

Ji xelkê taxa Jînê, Bextiyar Nadir dibêje, heta niha ti xizmeta pêwîst ji taxê re nehatiye kirin: “Zivistanan em di nava heriyê de ne û havînan jî em di nava toz û axê de ne. Nexweşxane li taxa me tine ye, tenê dibistanek heye ew jî dûr e, lewra divê em zarokan bi minîbûsan bibin dibistanê.”

Selîm Salih jî ev 5 sal in li taxa Jînl ye, ew dibêje, “Taxa me ev 12-13 sal in hatiye avakirin. Hikûmetê tenê beşek piçûk a kolanên me bi awayekî bêpîlan qîr kiriye. Yên din bê xizmet hiştine.”

Ebdullah Muhsin ê ji heman taxê jî dibêje, “Heta niha ti xizmeta sereke ji bo taxa me yên weke avakirina nexweşxane û dibistanan, û qîrkirina rêyan nehatine kirin. Em bang li hikûmetê dikin da ku xizmetê bike.”

Şaredariyê bersiv neda

Têkildarî mijarê Endama Meclisa Parêzgaha Hewlêrê li Lijneya Şaredariya Hewlêrê Hêvî Heyav got, “Ji ber bêpîlaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev çend sal in li hinek taxên Hewlêrê xizmet nehatiye kirin.” Derbarê mijarê de Rojnews’ê têkilî bi Rêveberiya Şaredariya Hewlêrê re danî, lê ew bi ajansê re neaxivîn.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.