13 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Çetîn Kurşun birîn

În 7 Cotmeh 2022 - 02:14

Li Çetîn Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Çetîn Kurşun xebatkarê rojnameya Azadiya Welat bû a ku bi biryarnameyê hate girtin.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn bi îdîaya ku damezrînerê malpera bi navê Ciwannews e, dihate darizandin. Di vê dozê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî ku Daîreya Ceza ya 3'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya li Dîlokê xwest bi îdîaya "propaganda rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" bê darizandin, darizandina Kûrşûn ji nû ve destpê kir. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Duyemîn a Mêrdînê pêk hat û Kûrşûn û parêzerê wî tevlî nebû. Dozger xwest di asta herî bilind de ceza lê bê birîn.

Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 8 sal û 3 meh, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" jî 5 sal cezayê girtîgehê li Kûrşûn birî.

Di heman demê de biryar da ku Çetîn Kûrşûn bê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.