Di çalakiyên gerîlayan de 11 dagirker hatin kuştin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama lêdanên bi bandor ên tîmên me yên bi tevger de, 11 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrişê hatiye xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî hêzên me bi ser neket, 23 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrişê, 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê bombebaran kirin.”
Li ser çalakiyan HPG´ê kite bi kite ev agahî dan:
Li Avaşînê
Di 30’ê Hezîranê saet 19:50’î de li herêma Kokerê tîmên me yên bi tevger ji sê aliyan ve li dagirkeran da herî kêm 4 dagirker ceza kirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
Di 1’ê Tîrmehê saet 02:30’an de dagirkerên li herêma Kokerê bi taktîka sekvaniyê, hêzên me yên YJA Starê dagirkerek ceza kir.
Li Zê (Zapê)
Di 29’ê Hezîranê saet 22.00’an de helîkopterên êrişê xwestin Qada Berxwedanê ya Kurojahro bombebaran bikin, hêzên me ew gulebaran kirin û derb li helîkoptereke êrişê xistin.
Di 30’ê Hezîranê saet 09:30 û 13:00’an de li qada Berxwedanê ya Kurojahro hêzên me bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.
30’ê Hezîranê saet di 11.50’yî de û 1’ê Tîrmehê saet di 07.30’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê 2 dagirker ceza kirin.
Di 1’ê Tîrmehê saet di 05.00’an de, tîmên me yên bi tevger, li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û 2 dagirker ceza kirin.
BEHDÎNAN